Civak

Ne mirovatiya leşker a

Ev vêneyê ku tê xuyakirin, qaşo yekî PKKyî ye û hatiye xwe radest kiriye, destên wî ji paş ve girêdayî ne û leşkerek bi destê xwe gepen nan dixe devê wî.

Li gor ragîhandina rojnameya Bugunê, ev PKKyî li Şemzînana Hekariya di meha Êlûnê de xwe teslîmê leşkeran kiriye. Leşker jî gepek nan daye devê wî û wêneyê vê kiryara nemirovane herwekî ”camêrî” û ”mirovperweriya leşkeran” be li medyayê belav kirine.

Ji vî wêneyê dijmirovatiyê jî zêdetir, gotina ”Dersa mirovatiyê ji Mihemedcikan bo PKKyîyan” (Mehmetcikten PKK´liye Insanlik dersi) hîn zêdetir bala mirov dikişîne.

Gava mirov vî wêneyî şirove dike, mirov tê de dibîne ku hêjî ew dîtina Ergenekoniyan di nava artişa Tirkiyê de xurt e û bi her awayî dixwazin ku hovîtiya xwe ji bo dinyayê nîşan bidin.

Madem ev PKKyî bi xwe hatiye teslîmê leşkeran bûye, pêdivî heye ku destên wî ji paş ve girêbidin jî tune.

Rojevakurd/M.Z

Back to top button