Nivîsar

Ne hedê kesekiye hevdîtina bike

Piştî gotina Hikûmet “Ger BDP, mesafê bixe navbera xwe û PKK, em dikarin hevbibînin” ji Qandîlê bersîv hat. Mûrad Karayilan îdîa kir ku bi sedema ku li ser Ocalan tecrit heye, tu kes nikare bi dewletê re ser masê rûnê. 

Alikariyê Serokwezîr Bekîr Bozdag di daxuyaniya ku NTV yê re kir de, di hevdîtinan de wisa gotine : “BDP, di bin banê parlementoyê de wê çêtir fêdê bide çareseriya pirsa Kurd. Înîsîyatîfê  bikarbînin. PKK, nexin nav kare xwe, wek  serxwebûn tevbigerin. Bi biryarin xwe tevbigerin. Eger hûn aqlê xwe û vîna xwe wek rehîn bidin, wê demê bi we re tu xêra rûniştin û axaftinê tuneye” 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî, di daxuyaniya ku ji Televîzyona El-Şarkiyê re kirî de got ku bi salan e li dijî Kurdan zilmek mezin  û zordarî tê kirin, lê belê helbet rojek wê Kur dli hev werin û wê mizginiyê bidin.Li gor nûçeya DHA yê Barzanî wisa gotiye : “Em jî wekî miletin din miletin, av rastî bi tu caran nikare were veşartin. Ji neteweyên Fars, Ereb û Tirk tu ferqa me tunehe. Miletê Ereb li çend welatan hatiye parve kirin, Kurd di navbera çend welatan de hatiye parve kirin û tu caran nehiştine welata Kurdan ava bibe. Ji dîrokê heta niha ve zilmek mezin li dijî Kurdan hatiye kirin. Êdî divê her kes bona vî gelî were însafê. Ez şîdetê napejirênim. Ez bawer nakim ev mesele hewcê şîdetê be jî. Her kes benda mizginiya serxwebûnê yê. Ev mizginî her dem dikare were îlan kirin, lê ez jî nizanim, dibe ku ez jî bibim şahîd, newîyên min jî. Lê ev mizginî teqez wê rojek pêk were û tu kes nikare asteng bike.”

Murat Karayilan got: AKPî dibêje “Ez ê li dijî PKK şer bikim, lê bi milên wê re bicivim’ bi vî awayî AKPî bi xwe jî dizanin ji hevdîtinan tu encam nayê bi dest xistin. Li gor nûçeyan Karayilan wiha got : “Dev ji her tiştî berdin, dema ku Rêber Apo di bin tecrîtê de be kîjan siyasetmedarê Kurd an go kîjan şoreşgerê Kurd dikare here guftûgoyan ? Tu kes vê qebûl nake û nikare bikeve wî karî. Dixwazin PKK û BDP ji hev biqetînin. Rolek didin Barzanî da ku di navbera PKK û KDP nakokiyek biafirînin.”

Gotinên Karayilan xuya dike ku di şert û mercên îro de çima nikare hevdîtinek wisa pêk were. Qandîl difikire ku dema ku Îmralî di bin tecrîdek de be, Ocalan ji dewrê derxin, bi Enqerê re çi hevdîtin çêbe bila çêbe, bi tenê zêdetir wê Ocalan bixe tecrîdê. Bi awayekî zelal diyar dike ku Qandîl hevdîtinek wisa pêk nayê, wek lîstik dibine.


Cevdet Aşkın

 

Xeberênkurdî

Back to top button