Hevpeyvîn

Guclu: Divê di doza derbeya 12ê îlonê de PKK jî bê darizandin

Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Guçlu, li ser darizandina serfermandar û serokomarê berê yê Tirkiyeyê Kenan Evren, daxuyaniyek da çapemeniyê. Guçlu, xwest PKK jî di doza derbeya 12ê îlonê de bê darizandin. 

Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu ku di wê baweriyê de ye PKK ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin, xwest bi Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya re, PKK jî bê darizandin. 

Doza Evren û Şahînkaya di 4’ê nîsanê de dest pê dike. Guçlu, li ser darizandina Evren, li avahiya Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê preskonfrensek pêk anî. Guçlu, diyar kir ku, ew ê daxwaz bike ku dîktatorên derbeya 12ê îlonê, rêberê PKKê Abdullah Ocalan û berpirsyarên PKKê jî di vê dozê de bên darizandin. Guçlu, aşkera kir ku ew ê di vê dozê de bibe mudaxil. 

Siyasetmedar Guçlu, bal kişand ku hemû derbeyên li Tirkiyeyê bi hinceta kurdayetî û şerîatê hatine kirin û derbarê PKKê de jî got ew PKKê weke rêxistineke kurdan napejirîne. Guçlu got: 

Ez PKKê weke rêxistineke kurd nabînim. Darizandina Ocalan jî tenê sê hefteyan dom kir. Ev ji ber lihevhatina dewletê û Ocalan wisa çêbû.

Guçlu, careke din angaşt ku Ocalan endamê MÎTê ye û xwest Ocalan û berpirsyarên PKKê jî di vê dozê de bên darizandin. Guçlu, li ser pirsa AKnewsê, destnîşan kir ku li Kurdistanê yek ji berpirsyarên derbeyê ku hinceta derbeyê amade kiriye û ew zemîn çêkiriye PKK bi xwe ye.

Back to top button