Civak

Ne erdhej e, tofan e

Erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbû brînek mezin di laşê Kurdan de vekir û wê bi salan ev brîn derman nebe. Di dîrokê de gelek caran li Bakurê Kurdistanê erdhej çêbûne, wek li bajarên Bîngol, Wan û hinek bajarên din. Lê kesî erdhejek bi vê ecêbê nedîtiye. Tu dibê qey ev erdhej bi taybet ji bo Kurdan çêbûye û seranserê Kurdistanê daye ber xwe.

Ji bajarê Mersînê bigrin heta bi Dîlok, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Nisêbîn, Êlih (Batman), Ezircan, Mereş, pazarcik, Efrîn û heta gelek bajarên din erdhejê Kurd dane ber şûrê xwe û bandora xwe heta bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî kiriye. Ev ne erdhej e, tu dibê qey hinekan bi taybet bombeyên atomê avêtine Kurdistanê, erdhejek ewqasî giran û berfireh ku di serê mirov de pirs û pirsgirêkên cuda çêdike.

Di xirabbûna bajaran û kujtîyên erdhejê de tenê xweda û xweza ne gunehbar in ( ji ber vê karesatê helbet wê hinek xwedayê dilovan jî gunehbar bikin). Gelek caran qeder û çarenûsa meriv di destê meriv de ye. Heger meriv xanîyê xwe li ser esas û bingehekî saxlem çêke, wê xanîyê meriv zû bi zû hilneweşe.

Timayî û berjewendîyê serê mirovan xwariye. Derxistina petrol û gazê, derxistina komir û kevirên din, kolanên binerdîn, xirabkirin û herimandina hewa û xwezayê, ceribandinên çek û bombeyên kîmyawî û gelek tiştên din mêzîna dinyayê têk birine. Ji bo dirav û berjewendîyên zêdetir, mirovan bombe xistine binê dinyayê û bêyî ku li pêşeroja dinya û mirovatîyê bifikirin, wan bombeyan diteqînin û vê dinyaya xweş tar û mar dikin.

Sedemek din, ku dîsa bi timayî û berjewendîyê ve girêdayî ye, kes, şîrket û mitahitên ku xanî û avahîyên bilind lêdikin, bêyî ku li saxî û selametîya mirovan bifikirin, hewl didin bi erzanî û bi hacet û pêdivîyên erzan avahîyan lêkin. Bêyî ku hesabê erdhejê bikin, ne li ser hesabê pêşerojê lê li ser hesabê rojane karê xwe dikin û jiyana mirovan dixin xeterê.

Werhasil, Kurd û Kurdistan îro brîndar in. Dibêjin „ herkes li ser mirîyên xwe digrîn“. Em jî îro li ser mirîyên xwe digrîn. Di van rojên teng û dilşewat de divê her Kurd li brayên xwe xwedî derkevin û destên alîkarîyê dirêjî wan bikin.

Em bi hev hene, em bi hev xurt in û destê bi tenê deng jê nayê.

Bi vê minasebetê, em wek Rojeva Kurd sersaxîyê ji milletê xwe re dixwazin û hêvîdar in ku êş û brînên wan di demek nêzîk de derman bibin.

Back to top button