Rewşa dawî ya erdheja bakurê Kurdistan

Rewşa dawî ya herêma ku erdhej li bûyî:

17.00: Wezîrê perwerdeyê Mahmut Ozer: “Em heta 13ê Sibatê hefteyekê li seranserê Tirkiyeyê dibistanên xwe betlane dikin”

Saet 16.30: AFAD’ê ragihand ku di erdhejan de 1121 kesan jiyana xwe ji dest dane, 7 hezar û 634 welatî birîndar bûne, 2 hezar û 834 avahî hilweşiyane.

16.07: Wezîrê Dadê Bozdag ê ku li Diyarbekirê li qada erdhejê axivî got, “Em hewl didin welatiyên xwe yên di bin xirbeyan de ne rizgar bikin. Ji gelek aliyan ve seferberî heye. Daxwaza me ew e ku em bigihîjin welatiyên xwe yên di bin xirbeyê de ne.  “Pêvajo dimeşe. Agahiyên rast ji çavkaniyên rayedar tên girtin. Li Amedê li 2 navçeyên me xisar çêbû. Bi tevahî 7 avahî,rûxane”

 16.06: Di daxuyaniya nû ya AFADê de wiha hat gotin: “Piştî erdhejê nekevin avahiyên ku zirar dîtine. Bi servîsa mesajên kurt (SMS) mesajê ya li ser înternetê têkiliya xwe pêk bînin.  Ji bo Tîmên lêgerîn û xilaskirinê û alîkariya lezgîn û wesayîtên ku ber bi herêma erdhejê ve tên şandin dikarin xwe bigihînin û rêyên ku pêşî li astengkirina karê xwe bigirin, vala bihêlin, heta ku hewce nebe weseyeta najon.

Saet 15.50: Di erdheja bi lerza 7,6 ya ku navenda wê li Elbîstana Edeneyê pêk hat de rûyê pêşî yê Avahiya Apartmanên Mete ya 15 qatî ya ku li navçeya navendî Çukurovayê ye hilweşiya. Di bermahiyên avahiyê de xebatên lêgerîn û xilaskirinê hat destpêkirin.

Saet 15.40: Hate dîtin ku li Meletiyê bi taybet li Yeşîlyurt û navçeya Battalgaziyê ya navendî wêrankirin dijwar bû. Di xebatên ku di bin barîna berfê de berdewam dikin de ekîban hewl dan xwe bigihînin kesên di bin xirbeyan de mane. Li Taxa Yeşîlyurtê di xebatên ku di xirbeyên apartmaneke 2 qat ji 5 qatan pêk tê de 2 kes hatin xilaskirin û bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

15.05: Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Mustafa Şentop, “Lijneya Giştî ya Meclisê ji ber bûyera erdhejê sibe bicive û ji xebatên xwe bêhnvedanê bigire.” Şentop der barê Parlementerê AK Partiyê yê ku hat diyarkirin di bin xirbeyan da maye Yakup Taş jî got, “Heta niha me nekarî xwe bigihînin Wekîlê xwe yê Adiyemanê Yakup Taş û malbata wî.”

Saet 15.00: Li gorî agahiyên ewil ên ji SAKOM’ê hatin girtin, heta niha li Maraşê 191, li Entabê 200, li Urfayê 27, li Amedê 41, li Edeneyê 43, li Adiyemanê 20, li Osmaniyeyê 20, bi giştî 1014 welatî Li Hatayê, li Kilîsê 250, li Meletiyê 98, li Maraş, Entap, Urfa, Amed, Edene, Adiyaman, Meletî, Osmaniye, Hatay û Kilîsê 7003 welatiyên me birîndar bûn.


Ç

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: