Civak

Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyan dişîne Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê karwanekî alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dişîne.

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê şandin.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ragihand, bi raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ku fermana hemû saziyên hikûmetê kiriye, çi ji destê wan were bikin û bişînin aliyê din ê sînor.

Rêber Ehmed eşkere kir: “Ji aliyê Tirkiyê ve ji Herêma Kurdistanê hatiye daxwazkirin ku tîmên tendirustiyê û JCC bo alîkarîkirina mexdûran û rizgarkirina wan kesan ku di bin kavilan de mane, bişînin Tirkiyê.”

Ehmed herwiha eşkere kir: “Saziyên hikûmetê yên li Herêma Kurdistanê, amadebûna wan heye ji bo alîkariyan bişînin Sûriyê.”

Back to top button