Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir k,u her gava kurd gihîşt wê baweriyê ku, çarenûsa xwe diyar bike vê yekê bi dizî nake dê bi eşkere bike û ”êdî hîngê Bexda dibe cînarê me.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeynekê de digel televîzyona erebî ya bi navê Asya, li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên hilawîstiyên navbera her du aliyan daxuyanî da.
Nêçîrvan Barzanî, rexne li gotinên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî yên derbarê vekirina tola rojnamevanê iraqî Mihemed Bidêwî gotibû, kir û got, mixabin Malikî ku serokwezîrê Iraqê ye peyva “xwîn li hember xwînê” bikar tîne û wiha axivî: “Em naxwazin Iraqa nû wiha be, em dixwazin qanûn li ser hemû tiştekî re be.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ev gotinên Malikî zêdetir mîna serokeşîran e heta serokwezîrê Iraqê çimkî gotinên wî dibin sedema aloztirbûna rewşa welêt.
Nêçîrvan Barzanî, li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got, di mijara mafê çarenûsê de çi pêwîst be kurd dê bike û kînga kurd gihîşt wê baweriyê ku divê çarenûsa xwe diyar bike wê çaxê dê bi eşkere vê yekê bike nek bi dizî û wê demê Bexda dê bibe cînarê me. (Rûdaw)