
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwazê ji aliyên siyasiyên beşdar di hilbijartinan de dike ku, bi awayekî aram û dûr ji şidet û navrizandinê piropagende û kampaniyaya hilbijartina bikin.
Teksta peyama serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban
Bi piştevaniya Xwedayê mezin û îradeya gelê me, herêma Kurdistanê ber bi hilbijartineke din diçe. Cîyê şanaziyê ye ku, demokrasî û hilbijartin pîvanên jiyana siyasiya gelê me ne û ev hilbijartin jî pêngaveke din ya Kurdistanê ye ji bona mokimkirina demokrasiyê û desthilata gel.
Ji bona ku, wêneyekî medenî û modern nîşana cîhanê û derûdûra xwe bidin û baweriya hevwelatiyan bi pirosesa siyasî kûrtir bibe, daxwazê ji tev alî, qeware û partiyên beşdar di pirosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê û hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê dikim ku, bila piropagendeyên hilbijartinan di atmosferekî aram û aştiyane û dûr ji şidetê bi rêve biçin û piropagende nebin sedemê têkçûna bexteweriya hevwelatiyan.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistan
4ê nîsana 2014ê