Polîtîk

Barzanî: Dîktatorî êş û janê gihandiye gelên rojhilata navîn

Îro pênçşem 03.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Cabir Esfûr Wezîrê berê yê Misir û şanda li gel kir ku ji hejmarek nivîskar û rewşenbîrên Iraqî û Erebî pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Wezîrê berê yê Rewşenbîriyê Misir ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasî û civakî û çandî ya welatên rojhilata navîn hate guftûgo kirin û her wiha behsa wan êş û jan û giriftan kirin ku li sayeya sîstema dîktatorî û totalîtariyên rojhilata navîn hatine holê û bûne sedema paşketinê û êş û janê digihîne civakên welatên rojhilata navîn û Bakûrê Efrîqa.

Beşdarbûyên vê hevdîtinê tekez li wê yekê kirin ku sîstema siyasiyên navçeyê sedema serekiya serhildana giriftên derûnî û civakî û abûriyên welatan bûne.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê dîroka dirustbûna dewleta Iraqê û xebat û kolnedana gelê Kurd ya li dijî dîktatorî û çewsandinê ji bo şanda mîhvan behs kir. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziyê ye ku gelê Kurd li gel wan reftarên dirindaneya li beranber de hatine encam dan, tu demekî amade nebû hêvî bi teror û teqandin û tolhildanê bibe û ev helwesta gelê Kurd bûye sedema wê yekê ku bi hêz û hêvî û bawerî ve berev binyatnana welatê xwe hengav bavêje.

 

Back to top button