Polîtîk

Li Bakûrê Kurdistanê AKP bi deng û bajarvaniyan yekeme

Li hilbijartina bajarvaniyên li Bakûrê Kurdistanê bû qada kêbirkêya di navbera AKP û BDP û her dû partî hemû şiyanên xwe xistin holê ku zêdetirê dengan li Bakûrê Kurdistanê ji bo xwe mîsoger bikin.

BDP vê hilbijartinê ji bo bihêzkirina hêza xwe ya herêmê û hengavên xweseriya demokratîk wekî referandumek didît. AKP jî girîngiyeke zêdetir da bajarvaniya mezina Diyarbekir û ji bo vê mebestê jî ji bo Serokayetiya Bajarvaniya vî bajarî Galîb Ensarîoglu Endamê Parlemen namzed kir. 

Li gor encamên dawî jî li gor hejmara dengder û hejmara bajarvaniyan AKP yekeme û BDP jî dûyeme. Bi giştî dengderên AKP li ser asta navendî 25 parêzgehên Bakûrê Kurdistanê, ji 2 milyon û 900 hezar kes. Dengderên BDP jî digihe 1 milyon û 400 sed hezar dengan.

Back to top button