Naxwazin kurd bibin dewlet

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ferîd Eseserd derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de got: “Mixabin tu bingeheke aborî bo vê mebest nehatiye avakirin, bi rastî Kurdistana Iraqê ne tenê bingehe wê ya aborî bihêz nîne lê belê tu bingehek jê re nehatiye avakirin.”

Eseserd berdewam dike: “Gotinên Netenyahu gurzeke gurçikbire bû bo Kurdan li navçeyê, em jî dizanin ku ew gotin bo mebestên din in û ew li pey berjewendiyên xwe digerin. Pejirandina serxwebûnê ji aliyên Kurdan ve karekî nebaşe û dê encamên wê yên erênî nebin.”

Di rastiya xwe de li Kurdistanê xetek siyasî gelek vekirî dijitiya serxwebûna Kurdistanê û vê derfeta dîrokî dikin. Berpirsên PYDê jî dijê ragihandina dewletek kurdîne, Salih Muslim dibêje: Ragihandina deletwk kurdî ne raste, divê yekitiya axa Iraqê bê parastin. PKK jî vê yekê naxwaze û heta ji bo vê daxwazê serokê Kurdistanê û PDK rexne dikin.

Başe di herêmê de Suriye, Îran û Iraq bi tundî dijitiya xwe ji bo ragihandina dewleta Kurdî didin kifşkirin. Heta di vî warî de tehdîtan dikin. Vê yekê xeta netewî û xetan ne Kurdistanî bi temamî bi xîzek sor ji hev veqetandiye.

PKK, YNK, PYD ji aliyek din Îran Suriye û Malikî bi yek zimanî dijitiya ragihandina dewleta kurd dikin.

Ji aliyek din Parlementerê BDPê Hatip Dicle dibêje: Me fikra dewleta Kurdî avêt tenekeya zibil. Divê Barzanî dewleta Kurdî ava neke… Nebe referandûmê, dê gel bibêje ‘dewlet’ û ne rast e. Erkê siyasetmedaran vêna asteng bike. Barzanî ku dibêje ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ xelet dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Kerkûk wek Qudsê ye, ne tenê ya gelekî (ne tenê ya Kurdan) lê ya hemû gelan e…

Nêrînek

  1. Ew daxaza Farisan, Ereban û Tirkan herdem wusa bûye, ti$tekî nedîtî tune.. Ew jî naxazin xelkê bindest rizgar bibin.. Lê ti$tekî xazayî jî ew e ku, diwê em jî serxabûna Kurdistanê nigekî zu ragîhinin.. Bila zarokên me jî edî $a bibin..

  2. Ez ne bawerimki Van kesiki hun basa wan Dike li diji Sexwebuna Devleteka Yetgirti Kurdistane be? Cunku Ez Vana hineki ji nezde nasdikem.le Her siyaset meder gor Serdu Surude welate tide dijin Politikaye diken u ev Xwezayi ye. Binere Minak li Sekna Rojava ye kurdistane li diji Hevkas Erise Dijwar. bi Detek ka Navnetewi Cawa Destana Kec u Xorte me dinivine, u Gele xwe Dipareze Serd u Surude Jiyaneka Azad Wekhev di Efirine.Iro li Rojavaye Kurdistane Devere di bin Kontorula herSe Herema deyi.ne Ala Rejima Baase li Dare ne ji Ala Pozisyona Rasiszm an Ereba li dare.Gerek mirov li Sekne u Pratike binere .ne li Tene axaftine.Propangan dayi li li Diji Kurduware ye

  3. Ji bona hewildana kurdistana serbixwe, demoqrat û azad we hemûyan û gelê xwe yê belengaz pîroz dikim. Şikir ji vê rojê ku piştî ewqas zor û zehmetan em gîhiştine wê merhalê. Tu gel nabe wê heta hetayî bindest\r\nû pêrîşan bimîne, ev roj nebe wê di dûwerojê de gelê kurd jî bibe xwedîyê ax, welat û azadîya xwe. Çarenûsa gelê kurd ber bi xêr û xweşîyê va diçe. Êdî tu gotina van hêz û patîyên girêdayî yên hêzên tarî nemane di bazara sîyasî ya kurdan da. Gelo PKK û ji wê ve girêdayî ev hêzên din ji bona xelkê kurd çi dixwazin? Çi ferq di navbera dîtin û pêşneyarên wan û yên Îran, Îraq û Surîyê de hene?\r\nŞermekî mezine ji bona wan, lê ew hay ji xwe nînin.Dûweroja gelê kurd wê her roj ber bi geşbûn û pêşveçûnê ve biçe. Kurdistanek azad, aram, aştîxwaz daxwaza hemû kurdane û wê hemû kurd li gor quwet û hêza xwe ji we ra bibin alîkar. Ev gotinên jorîn jî hemî pûç û valane. Ser xêr û xweşîyê be azadîya xelk û perçekî welatê me! Wê ev yeka cîh li hîn kesan teng bike, lê di dawîyê de ev jî vegerin ser rîya rast.\r\nBi silavên welatperwerîyê

  4. Di van çend salén bori de gelek netewe dewleta xwe ragihandin,yek jí, ji wan dewletan héza wé ji héza Kurdistané ne mezintire.Bira em hemi baş dizanin ew siyasetmedarén kurd ,yén li diji ragihandina serxwebúnéna kurdistanéne ew ne daxwaza xwe dibéjin ,ew ne kesén serbixwene, ew síyaseta welatén dagirkerén Kurdistané dimeşinin,Ez, bi rasti baweri ya min bi rayadarén Ísraili pitire ji yén Ereb ango faris , raste serxwebún ne hésane astengi,xeteri heye.Lé herkes dizané her tiştek ecéb,gewre,matmayíbé degvedana wé sé rojin.pişti sé-çar rojan hertişt normale.ji beriya nívsaleki Tirkan navé Kurdistané ticari qebúl ne dikirin,lé íro mecbúrin gelek tiştan dadqortinin.Véca íro ew derfet hatiye,ku kurd ji dikarin “biviré xwe li ézing ango darén mezin bidin”!

Nerîna min :