Wezîrê karê derve yê Amerîkayê di peywendiyeke telefonî de digel serowkezîrê Kurdistanê, careke din helwesta Waşîngtonê tekîd kir ku ji bona afrandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina danûstandinên cidî navbera Hewlêr û Bexdayê dixebitin û ji bona vê yekê ew di nava têkleliyên berdwam bi Bexda û Hewlêrê re ye.Rex Tillerson wezîrê karê derve yê Amerîkayê, roja 18.11.2017ê, tefefona Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ji ber wê erdheja li herêma Kurdistanê qewimî, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û ji bona pêkeşkirina alîkariyan berheviya hikûmeta Amerîkayê nîşan da.Tillerson di wê peywendiya telefonî de diyar kir ku ji bona wê agirbesta di avbera arteşa Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê de heye Amerîka dilxweş e û xwedûrxistina her du aliyan ji bikaranîna şidetê û yekhelwestî li ser parastina aramiyê bilind nirxand, destxweşî li helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hûrmetê ji şirovekirina dadgeha federalî ya Îraqê ya ji bo destûrê digire û tekîd li ser parastina aramiyê kir ji bona afrandina aqarek xweş ji bo destpêkirina diyaloga cidî li ser bingeha destûrê.Nêçîrvan Barzanî ji wezîrê derve yê Amerîkayê re got ku, Herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina diyaloga cidî û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê digel hikûmeta Îraqa Federal amadeye û daxwaz kir ku Amerîka û hevpeymana navdewletî di destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilzin û jê re hevkar û pştevan bin.Serokwezîr got ku pêwîste dûrpêça li ser balefirxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bê rakiri ji ber ku di warê însanî de gele pêwîstî bi balefirxaneyan heye daku alîkarî bigihînin zêzdetir ji milyonekûpêncsedhezar koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: