
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon , beşdarî bûltena nûçeyan a Radyo-Televîzyona Rûdawê bû. Dillon behsa qonaxa piştî xilasbûna şerê DAÎŞê li Iraqê kir û got: Piştî DAIŞê li Iraqê qonaxeke nû dest pê dike û emê ji bo hevkariya hêzên Iraqê li herêmê bimînin. Armanca me ya stratejîk vegerandina aramî û seqamgiriyê ye ji bo tevahiya Iraqê.”Dillon da xûyakirinku, DAIŞ tenê li biyaban û çolistanên Iraqê mane.Derbarê tometên mirina kesên sivîl di dema bombebaranan de Dillon got: “Em li ser van tometan lêkolînan dikin. Encamên derkevin jî emê ragihînin. Em dixwazin her karek me şefaf û zelal be. Em agahdarê wan raporan in, ku li ser vê mijarê tên belavkirin.”Ryan Dillon ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî di dema şerê DAIŞê de alîkarî û hevkariya pêşmerge bûye û ji vir û pê de jî dê rahênanên xwe berdewam bikin.Dillon got: “Em dê beşdarê qonaxa dariştin û birêxistinkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bibin. Em dikarin çendîn şêweyên din jî alîkariyê bdiin wan. Ev stratejiyeke ku em kar li ser dikin.”Derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de jî Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê got: “Ew li Sûriyê hevpeymanên me yên sereke ne. Wan rûbereke mezin a axa Sûriyê ji destê DAIŞê derxistin. Emê alîkariya ji wan re berdewam bikin.”