
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, roja înê 25.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Alstair Burt wezîrê dewleta Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û geşepêdana navdewletî û şandeya pê ra ku ji balyozê Brtîtanyayê li Îraqê û konsulê giştiyê wî welatî li Herêma Kurdistanê pêkatibû, kir.
Burt kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da, qurbanîdanên Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da dane bilind nirxandin û tekîd li ser pabendbûna Brîtanyayê bi piştevanîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê kir. Wî destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgirya hikûmeta nû ya Îraqê dike û ji bona çarerserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê ra gavên baş avêtine û piştgiriya welatê xwe jî ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî ji bona wan hekarî û alîkariyên bi Herêma Kurdistanê ra kirine, sipasiya Birîtanyayê kir. Serokwezîr got ku ew pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hene beşek ji wan hatine çareser kirin û beşek din ji wan arîşeyan pêwîstî bi zêdetir wextî heye, û tekîd li piştevanîkirina Herêma Kurdistanê li hikûmeta Adil Ebdulmehîd kir.
Her du aliyan tekîd li ser giringiya hevkarî û hevahengiya navebra hemû aliyan da kir ku bi hevre rê li pêşiya careke din DAÎŞ serîhilde bigirin û li dijî çêbûna neramiyê li Îraq û Herêma Kurdistanê rawestin.