Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê: Destekê têkder li pişt bûyerên Şêladizê heye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbareyê bûyerên devera Şiladizê di daxuyaniyekê de dilgiranîya xwe ji bo hebûna ziyanên canî û ketina birîndaran  nîşan dide û dibêje ku destekê têkder li pişt çêbûna wan bûyeran heye.

Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmetê.

Em nerehet û dilgiran in ji bo ziyanên canî û birîdarên bûyerên devera Şêladizê qewimîn.

Tevî sersaxiyê, em hevsoziya xwe bi kesûkar û malbatên qurbaniyan ra radigeînin.

Destekê têkder li pişt çêbûna wan bûeran heye, jiber hindê saziyên peywendîdar dê bi hûrî lêkolînê bikin û sebebkarên çêbûna nearamî û têkdanê dê bên ceza kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

26.10.2019

Back to top button