Serok Barzanî pêşwaziya şanda Serokayetiya Tayîfeya Siryanî Ortodoks kir

Roja şemî 26.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Serokayetiya Tayîfeya Siryanî Ortodoks li Kurdistan û parêzgeha Nînowa û Iraqê, bi Serokayetiya Patriyakê Pîroz Mar Egnatyos Eframî yê dûyem, Patriyakê Entakya û tevahiya Rojhilat û Serokê Dêra Siryanî Ortodoks li Cîhanê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Metranên Dêra Ortodoks pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li parastina pêkhatan û Krîstiyanên Kurdistanê li rojên dijwar de kirin û pêzanînên xwe ji bo hewandin û yarmetîdana wan ya li Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha ji bilî balkişandina peywendiyên dîrokiyên Krîstiyanên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê, tekez li ser pêkvejiyan û çarenûs û paşaroja hevbeşa gelê Kurdistanê û pêkhatên wê kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste li ser wan êş û azarên ku di dema derbasbûyî de li ser Krîstiyanan û xelkê Kurdistanê da hatiye û wê yekê dûpat kir ku Kurdistan welatê hemûyane û nabê kesek jî hana Krîstiyanan bide ku welatê xwe bi cîh bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîste kultûra pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibê.

Metirsiyên terorê û hizra tundiyê û her wiha rewşa siyasî û emniya Sûriye mijareke dinê vê civînê bû.

 

 


 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: