CivakRojev

Navenda hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê tê vekirin

 

Çavkaniyeke agahdar ji nava Hikûmeta Iraqê eşkere kir ku ji ber zêdebûna metirsiya DAIŞê, Hikûmeta Iraqê razî bûye ku navenda hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeya (K1) a Kerkûkê were vekirin.

Wê çavkaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê berê razî nedibû ku navenda havbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li (K1) were vekirin û qet qebûl nedikir, Pêşmerge jî razî nedibû ku ew navend li cihekî din were vekirin, ku ev yek xala nakokiyê ya herdû aliyan bû, lewma heya niha avakirina odeyên hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 gîro bibû.”

Heman çavkaniyê wiha domand: “Vêgavê ji ber zêdebûna metirsiya DAIŞê û êrîşên rojane yên wan terorîstan li ser hêzên Iraqê, Hikûmeta Iraqê razî bûye ku navenda hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li K1 were vekirin.”

Ji aliyê xwe ve, Lîwa Qareman Kemal Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê daxwaz kirine ku bi zûtirîn dem odeya hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê were vekirin.”

Back to top button