Civak
Navên 4 hezar û 685 kesan ji bo çûna hecê hat ragihandin

Rêveberiya Herêma Kurdistanê navên zêdeyî 4 hezar namzedên ku dixwazin biçin hecê eşkere kir.
Rêveberê Giştî yê Hec û Umrê yê Herêma Kurdistanê Şêx Niyaz Neqşîbendî têkildarî kesên ku serlêdana hecê kirine daxuyaniyek da çapemeniyê.
Nakişbendî diyar kir ku ji bo sala bê 121 hezar kesî serlêdana hecê kirine û ji vê hejmarê jî 4 hezar û 685 kes ji bo wecîbeyên olî yên îsal hatine hilbijartin.
Rêveberê Giştî yê Hec û Umre yê Herêma Kurdistanê Şêx Niyaz Neqşbendî got: “Ew kesên ku navên wan îsal hatine dayîn wê tenê ji bo salekê bin û ji bo sala bê jî wek cîhgir namînin, ji ber ku sala bê wê ragihandina navê heciyan be. Hejmara serlêdanan zêde ye, lê nav bi rêya kûrayê û bi awayekî şefaf hatin diyarkirin“.