4 mamosteyên olî bi 11 salên girtîgehê hatin cezakirin
Çar mamosteyên olî yên xelkê bajarê Pîranşehr ê Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Şerîf Mehmûdpûr, Seyîd Silêman Ehmedî, Seyîd Cemaledîn Wajî û Yûnis Nûxah ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ve bi giştî bi 11 salên girtîgehê hatin cezakirin. Ev 4 mamosteyên olî sala borî bi sedema tevlêbûn û piştgiriya tevgera Jin, Jiyan, Azadî hatibûn girtin.
Li gor agahdariyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, mamoste Şerîf Mehmûdpûr û mamoste Seyîd Cemaledîn Wajî, pêşnimêjên gundê “Peswê” yê Pîranşehrê her yek bi 2 salên girtîgehê, mamoste Seyîd Silêman Ehmedî, mamosteyê Dibistana Zanista Olî ya “Selahedîn Eyûbî” ya ser bi bajarê Pîranşehrê bi 4 salên girtîgehê û mamoste Yûnis Nûxah bi 3 salên girtîgehê hatin cezakirin.
Ev mamoste bi tohmetên “berevajîkirina daxuyaniya mamosteyên Kurdistanê ya ji bo piştevaniya tevgera Jin, Jiyan, Azadî û beşdarbûna di xwenîşandanan de, hewldana li dijî ewlehiya netewî û xapandina hizra giştî” ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan a Komara Îslamî ya Îranê ve li Urmiyê bi girtîgehê hatine cezakirin.