Civak

Navê taxên Surê dikin kurdî

Li gora nûçeya Hawar Net, Şaredarê Şûrê Abdullah Demîrbaş bi rûspiyên navçeyê û oldaran re hate ba hev. Civîn li Solana Civînê ya Meclîsê hate lidarxistin. Şaredar Demîrbaş, rêveberên navçeya Surê, rêvberên DÎAYDER’ê û rûspiyên navçeyê û oldar beşdarî civînê bûn.

“Tilaloyê her kes dizane lê tu kes Karaçaliyê nizane“

Şaredar Demîrbaş diyar kir ku, ligel derfên kêm wan bi pêwîstiya şaredariya civakî li Bagivarê, Mala Şînê, Mala Piştgiriya Perwerdeyê û ji bo jinan mala piştgiriyê ava kirine. Demîrbaş da zanîn ku, ji bo navên taxan baş bê fêmkirin û navnîşan rehet bên dîtin ew ê bi bîryara meclîsê navên taxan biguherînin û bikin kurdî. Demîrbaş wiha got: “Hûn Tilaloyê ji zarokê 10 salî an jî mirovên navçeyên din bipirsî her kes dizane lê tu bibêjî Karaçalî tu kes nizane. Em ê di vê mijarê de nêrînên we bigirin û li meclîsê binirxînin.”

Rihspiyên navçeyê jî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêşniyara Demîrbaş. Civîn piştî ku rûspiyan û oldaran der barê pirsgirêkan de pêşeniyarên çareseriyê pêşkêş kirin bi dawî bû

Back to top button