Dezgeha Rand encama lêkolînên xwe ragihand

Li gora ajansa PNA, ev qasê salekî ye, ku dezgeha Rand a Amerîkayî ya lêkolînan di derbarê tendiristî, perwerdeyî, komkirina datayan û kerta taybetî de, lêkolînan li herêma Kurdistanê dike.

Lêkolerên dezgeha Rand, di vê konferensê de derencamên van lêkolînên xwe yên li ser dirêjîya vê salê yên li herêma Kurdistanê ragihand û çend pêşniyar jî, pêşkêşî hukûmeta herêma Kurdistanê kir.

Lêkolînên Rand yên li herêma Kurdistanê yên di derbarê tendiristîyê, perwerdeyê û kerta taybetî û komkirina datayn de, ji bo berjewendîya giştî ne û bi rêya komkirina datayan jî, hukûmeta herêma  Kurdistanê dikare biryarên dirist bide.

Pirsa çawanîya dana biryarên dirist jî, yek ji derencamên lêkolînên dezgeha Rand bûye û pêşkêşî hukûmeta herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Nerîna min :