Polîtîk

Beşikçî tenê nehêlin

 
Li gor agahdariyên di çapemeniyê de belav bûye, Dadgeha Cezayê a Giran ya Stembolê ya 11., ji ber gotarek wî ya ku li ser kurdan li nivîskar û sosyolog Îsmaîl Beşîkçî salek û sê meh cezayê hebsê biriye.

Dadgeh Tirkiyê, pêsîra nivîskar û sosyolog Îsmaîl Beşîkçi bernade. Beşîkçî bi salan e rastiyê dibêje û dinivîsîne û ji ber gotin û nivîsên xwe hema hema umrê xwe di zîndanan de derbas kir.

Li gor me, cezaya ku Dadgeha Cezayên Bilind li nivîskar û sosyolog Birêz Îsmaîl Beşîkçi biriye, cezayekê kêfî ye. Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa–KOMKAR.eu, helwesta dadgehê ya li hember Îsmaîl Beşîkçî mehkûm dike û pişgiriya xwe bo Beşîkçî nîşan dide. Her wisa bang li Hukumeta Tirkiyê dike ku rojek berê van yasayên ne demokratîk biguhurîne û li hember Beçîkçî hestiyar be.

KOMKAR.eu, pêşî bang li hemû dem û dezgehên demokratîk yên kurd û tirk dike ku kiryarên dadgehê mehkûm bikin û ji bo azadkirina Beşîkçî têkevin nav hewildanan.

KOMKAR.eu, bang li Yekîtiya Nîvîskaran ya Navneteweyî, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê-EU dike ku li hember kiryarên Dadgeha Cezayê Bilind ya Tirkiyê bê deng nemînin.

07.03.2011
Kovan Amedî
Serokê KOMKAR.eu

Back to top button