Civak

Bi çavên hêstir û dilê germ roja we pîroz be

8-ê Adarê roja jinên azad û serxwebunê ye. Dayîkên me û pîrên me azadî nedîtin. Dayîkên me ji çiyan ezing û çilo didan ser pişta xwe,eyar tejî av dikiran dididan pişta xwe, paleyî dikiran, hertim pişta wan bi kul bû, xwîn dihat. Jiyan ji bo wan zindanek bû. Hêvîdarin ku zarokên wan dayîkan wek her jina azad li cîhanê, li welatên demokratîk, di civatên pêşde çûyî de bi pîvanên mirovatitê bijîn.

Jinên kurd bi salan ji zarokên xwe bûne. Ji gund û bajarên xwe bûne. Ji Malbat û ji welatên xwe bûne. Li deriyên xelkê, li xerîbiyê, tên û birçî di bin çadirên naylon de bi koletî û neçarî dijîn. Ew ji bo nemirtiya jiyana xwe kar dikin. Ev ne jiyana, ev ne azadiye, ev ne mirovatiye.

Dayîk û xweşkên me , evînar û hevalên me  roje we pîroz be.

8.Adar.2011
Amed Ramazan

Back to top button