Navê partiya me welat e
Akif HasanWelat di demeke herî zor re derbas dibe, birastî rojên man û nemanê ne. Dewletên dijmin hêzên xwe bi her awayî dikin yek û bi kîneke mezin liser me de tên. Bi hev re 1975 dihunin, bi hev re dixwazin me tam wêran bikin, dixwazin me di gola kîna xwe de bifetisînin. Pîlan ew e destkeftiyên me tevan wêran bikin.Lewma nabe ji vê kêliyê û şûn ve em bi rihê partîtiya teng bilivin, nabe ez bêjim partiya min, tu bêjî partiya min û em bêjin partiya me. Tenê partiyeke me heye, ew jî welatê me ye.Nebêje ma çima wisa kirin, ma çima wisa nekirin. Bêje ka em çi bikin. Me bi referandomê tenê îradeya xwe anî ziman, ne sûc e û ne tiştek. Bi hev re dixwazin îradeya me ceza bikin û me ji welatê me mehrûm bikin. Dijminên destûrê, dijminên zagon û mafan îro weke pepegayan tenê dibêjin destûr û nabêjin tiştekî din. Ev behsa çi destûrê dikin? Behsa destûra ku wan bi hezarên caran bin pêkirîn, destûra ku rûmet pê ve nehiştîn. Mesele ne destûr e, mesele xeniqandina me ye.
Ji Facebookê