Nivîsar

"Navê hesret û bêrîkirinê ye welat"


Gabar Çiyan

Pêwîst e mirov helbestên zarokên welêt, mîrasdarên çanda kevnare; kurd, suryanî û ermeniya guhdarî bike car caran. Ne tenê ên li welêt tên nivîsîn û xwendin. Lê belê helbestvanên ji heman nijadê, ketî û dilbikûlên welatên xerîbiyê, bêkesiyê û surgûnê. Li wir hatine dinyê, an ji ber zilma romê, di dema zaroktî û ciwaniyê de bûne biyanî. Malbat bi malbat, kom bi kom ketine rê. Riya wan bibû a çûn û nehatinê. Jiyana wan a man û nemanê.

Hesreta welêt, bêrîkirina cî, kes û nasan dibe agir û pêt gelek caran. Ar e, dişewitîne dil her kêlî. Ew êş dibe dost û dibe heval di şevên dirêj, reş û tarî ku bi hesreta tîrêjên tava sibê ne. Şewata wê mirov bi xwe ve girê dide. Çavên sor û kelegirî xwîn digrîn. Û helbest tên bi hawarê. Her yek dibe Hekîmê Lokman. Peyv dibine melhem. Êş bi dermanê xwe re dikeve eksiyê…

“Çiyayên gawiran binavkirin ev çiya,
bişewîtînin!
kûlîlk, dar, xezal û zaro û zêçên wê,
bila qîriniya zarokan li hev vegere,
rondikên dayikan bibe çemê Feradê,
agir berdin rehê dara wan,
rehm neçe ber dilê we ha!
ne bo jinên hemîle,
û ne jî bo zarokên nav pêçekê!..”

Ji Arnasê ye bi eslê xwe afirênerê vê helbestê, Yusuf Dikmen. Midyadê, dilê Tora Evdînê ye. Koçberiya malbata wî, xerîp nayê ji mirovî re. Mîna gelek suryaniya, qûrban hatine hilbijartin, ji ber nasname û baweriyê. Li Stockholmê nasdar e; bi xebata siyasî, edebî û hunermendiyê. Zarokê xaka me ye, ji çanda kevnare. Dikmen, bi helbestên xwe tê nasîn, bi suryanî û swêdî. Carna jî bi turkî. Ceribandinên wî bi kurdî jî dest pê kiriye. Ji bo ketina ber çapê…

“De vegere lo lawo,
tenê hiştim û çûyî,
pişta min kûz,
pora min sipî,
awirên çavê min kêm bû.

Te ez jibîr kirim, lo lawo,
çav li rê qerimîn,
xwîşk bê bira,
cî bêxwedî
hezkiriya te bê yar ma…”

Kitêba Yusuf Dikmen, hîs û derdê hatiye jibîrkirin bibîr dihêne. Derd, kûl û jiyana li surgûnê, mirina duwê, piştî tevkûjiya nijadekê dihêne zimên. Bi helbestên wî, wêne û rûpelên winda yên dîroka herêma me tekûz dibe. Bi peyv û hunera wî, edebiyata Tora Evdînê li pir rengî, çandî û baweriyên xwe vedigere. Pirtûka “Navê hesret û bêrîkirinê ye welat” nirxê welatê me ye, divê bê xwendin.

“Bi salan binya siya wê rûnişti ne,
ber çîrokên efsûn xew de çûne
nav xewn û xeyalan winda bûne
li nik kevirê reş û dara vê tuwê…”
 

Back to top button