Cîhan

Navbera pasdar û DAÎŞê de şer çêbû

Li gor nûçeyek ya Basê, malpera fermî ya Deng û Reng a Îranê û çend medyayên ser bi sipaha pasdaran ragehand, ku di encama pevçûna sipaha pasdaran û grubek DAIŞê li rojhilatê Kurdistanê gelek kes ji wan hatin girtin.Vê derbarê de Navenda Necef a ser bi hêzên bejayî ya sipaha pasdaran belav kir, di şer û pevçûna di navbera sipaha pasdaran û grubek DAIŞê de 21 kes hatine girtin û şer naha jî berdewam e.Daxuyaniyê de derbarê hûrgiliyan de ti agahî tineye û derbarê cîhê bûyerê de jî ti tiştek tineye û tenê di çavkaniyên ser bi sipaha pasdaran de ew nûçe heye. Di çapemeniya rojhilatê Kurdistanê ya herêmî de derbarê vê bûyerê de ti agahî tineye.Çend roj berî naha jî Wezareta Îtlaat ango îstixbarata Îranê ragehand, li bajarê Merîwanê dest li ser hin çek û teqemeniyan de hatiye girtin ku, xwestine derbasî nav Îranê bikin. Lê derbarê hûrgiliyan de ti daxuyaniyek nehate dayîn.
Back to top button