Cîhan
Navbera Israîl û Misrê dibe dîwar
Israil di tixûbê navbera xwe û Misrê de diwarekî ava dike. Eve demeke dewleta Israîl hewldide ku di tixûbê navbera xwe û Misrê de dîwarekî dirêj ava bike, da ku çûyin û hatina bi qaçaxî bisekinîne. Herweha li gora agahdariyên berpirsên Israîlî didin heyvê care heta hezar kesan ji welatên Afrîka ji bo pênaberiyê derbasî Israîlê dibin.
Hukumeta Israîl îro dest avakirina dîwar kir û ev dîwar dê 260 kilometrekî dirêj be. Dê gelek tedbîrên elektronokî di vî dîwarî de bîne cihkirin. Li gora agahdariyan hukumeta Israil 1.35 milyar pêreyên (şekelî) israîlê ji bo avakirina dîwarî terxan kiriye.