Civak

Jiyana insana erzan e

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur bêhnvedana cejna qurbanê 9 roj bûn. Gelek kes di vê bêhnvedanê de, ji bo serdana malbatên xwe bikin û ji bajar û kar dûr bikevin çûn deverên cuda. Wek her care di van çûyîn hatinan de bûyerên trafîkê çêbûn.

Li gora  agahdariyan roja behnvedana cejnê destpêkirî heta dawî hatî, 205 bûyerên çûyînhatinê (trafik) çêbûn. Di encama van bûyeran de, 146 kesî jiyana xwe ji dest da û 653 kes jî birîndar bûn.

Her sal di demê behnvedana cejnan de gelek insane di rêyan de ji bo ku tu tedbîr nayên standin jiyana xwe ji dest didin û rojek xweşî û şahî dibe roja şîn û nexweşiyê.

Back to top button