Dîwana Abdullah Karabax «Tavên Stêrîn» derket
2. dîwana helbestvan û nivîskarê Kurd Abdullah Karaabax ya bi navê Tavên Stêrîn ji nav Weşanên Han derket.
Berî niha jî Weşanên Han yekemîn dîwana Karabaxî weşandibû.
Tavên Stêrîn ji helbestekê pêk dihê. Helbesteke dirêj, bi gotina nivîskarî « helbest-çem » e. Helbest di nav 16 beş û 120 rûpel de hatiye dabeşkirin.
Helbestavan Abdullah Karabax, bi gotineke din, ev car di nav sînorên helbesta xwe de ceribandineke nû kiriye û dîrok, vegotin û çîrok di nav sêwaneyên helbestê de li hev alandine. Karabax bi peyvên efsûnî û hevokên dijber, çemekî dûr û dirêj, bi fitil û bi gîrdav ya ji dîroka welatê bi adan diherikîne û li perava helbestên xwe digerîne.
Kerem bikin beşeke ji vê « çemî » bixwînin…
KNN/Nahê Xan
I.
Stêrka bêheval, roj e, dilpêketiya rojbûna xwe ye!
Roj tê, koz dikeve hewa, av, axê; tavê dide jiyanê
Eşq in dîjle û ferat, erd û ezman, pevre diherikin.
Ruhber an ne ruhber, her tişt, bi xwe li ser xwe ne.
Mirov, ne wek ên niha bûn di demên bênivîskî de,
Bi xweserî pêk hatine û ne bihuştî ne, ne dojehî ne
Em jî wanî ne, ji çi ne û ji kê ne, divê bên veristin!
Em, ji tavên bi xeml ên dewlemendiyên cîhanî ne
Ku bi dilêş in! Dil, bi dil in, şanogerên gerînde ne
Û ji wek mirovan mirovtir; li deman, bi demtir in!
Û çemek, ji çeman, em dê vebêjin bi çemên stêrîn,
Stêrk, mînanî kuliyên berfê dihelin, şên dikin erdê
Herikînên me, pêde çem in ku bêyî avan jî çem in!
Stêrk mecazî ne, xeml û xeyal in ji dîmenên me re
Û stêrîn, ji wan hatine afirandin, bi perên me ve ne
Birisîn û mirisîn, gelek bi bal in li herikînên çeman
Em heliyan bi ristinên tîroj û tavan, bi lehiyê ketin!
Av ne di kab û tasan de, di çemên xwe de dibin çem
Û tavên stêrîn jî li gorî şûn û hêzên xwe, bi pêl dibin
Ew herikînên wan, ne mîna yên av, çem û behran in!
Daxwaz in ku ezman, reşbînî û bi mij û dûman nebin
Û çol û çolistan, çiya û gelî, zozan û rast, ger û guhar
Bendav, gol û derya, hemû der û ber, jê re karîgeh in.
Ji heyînên asîmanî girtin, danîn; bûn ên axî û candar
Ji roj, heyv û stêran re gotin: em in ên dîjle û feradî!
Wenda nabin ronahî û tarîtî, lê rewşên xwe diguhêrin
Reş û tarî, karbend in bi tavan, nêzî hev in li jêr û jor,
Wek cêwî ne reştarî û sipspî ema tonên wan cudan in
Yên hevdû ne bi wext û saet; ne dilgerm in, ne dilsar
Bi şemal in xwezayên rengîn ku çi xedar in, çi tov in
Tevde tavkulîlk in bi jiyana starane li xaka bextewar!
Nasanmeya Pirtûkê
Tavên Stêrîn * A. Karabax
Tavên Stêrîn * A. Karabax
Berlin-Mijdar-2010
Weşanên Han: 47
Helbest: 19
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Ceanaçstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: + 49 (0) 30 47987052
Fax: + 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
[email protected]
ISBN: 978-94040997