22ê Sermawez
22ê Sermawez
Di sala 1963’an û di rojekî wekê îroyê de John Fitzgerald Kennedy di êrîşekî de li Dallasa Teksasê hat kuştin.
John Fitzgerald Kennedy (rojbûn 29ê Gulana 1917 – mirin 22ê Sermawezê 1963), serokkomarê 35. ya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê bû. Kennedy di sala 1961’an de bû serokkomar û berî dawîkirina gerra xwe ya çar-salî ya serkomariyê hat kuştin.
Kennedy li Şerê Cîhanî yê Duyeminê peywirdariya fermandarekê hêzên deryayî yên DYEyê girt, lê pişt re li siyasetê meraqdar bû. Bi piştgiriya bavê xwe, Joseph P. Kennedy Sr., xebata xwe ya siyasî di Partiya Demokrat ya Emrîkayê de dest pê kir.
Kennedy berî serokkomariyê, ji sala 1947ê heta 1953’an endamê Kongereya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê û ji sala 1953ê heta 1960’an endamê Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê bû. Ew di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser bebijarê Partiya Komarî ya Emrîkayê da, Richard Niksonî, ko wî çaxî cîgirê serokkomarî bû, serkevt. Piştî Theodore Rooseveltî ciwantirîn serokkomarê DYE bû (wî çaxî 43 salî bû). Kennedy serokkomarê yekane yê katolîk yê DYE ye. Ji serokkomarên Emerîkayê tenê wî Xelata Politzer wergirtiye.
Bûyerên giring yê heyama srkomarî ya wî ev bûn:
Bûyerên girîng yên di dema serokkomariyê Kennedyê de:
Avakirina dîwara Berlînê
Destpêka amadekariyên jibo Şerê Vietnamê.
Pêşbirkêya Fezayê,
Êrîşa Kendava Berazan
Tengasiya Mûşekên Kûbayê
Bizava Mafên Emrîkiyên Efrîkî
Tê îdakirin ku John Fitzgerald Kennedy ji aliyê kesekî bi navê Lee Harvey Oswald hat kuştin.. Lê piştî 2 rojan kesekê bi navê Jack Ruby, berî ko tawanbarê serekî bihêt dadkirin, Oswald jî kuşt. Heta niha kes nizanin ku ji ber çi serokkomarê Emerîkayê John Fitzgerald Kennedy hatiye kuştin.