Civak
Leşkerên tirk zarokekî Kurd brîndar kirin
Li Şirnexê leşkerekî tirk zarokek bi navê Ahmed Acarê brîndar kir.
Li agahiyên ku hatine bi dest xistin zarokên bi navê Ahmet Acar û brayê wî Emîn Acar dema li pêşiya mala xwe lihistîbûn leşkerên tirk ji Tabûra Tanqan a Milgaşentê banga zarokan kir. Piştî banga leşkerên tirk, Ahmed Acar ber bi taborê ve çû û ji nişka ve dengê teqînekî hat Ahmed Acar li ser singa xwe brîndar bû.
Zarokê Kurd ê bi navê Ahmed Acar ji aliyê malbat û hewşehriyên xwe ve ji nexweşxaneya Dewletê ya Şirnaxê re hatiye rakirin û li ser bûyerê jî lêkolînek dan destpêkirin.
Hate diyar kirin ku Ahmed Acar ji ber rewşa xwe yê giran ji aliyê Kopterekî Leşkerî ya Tirkan ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê ve hatiye rakirin.