CivakRojev

Navbera Iraq û Tirkiye de vîze radibe!

Biryar e meha bê civînek di navbera aliyan de pêk were û di sala nû de vîze di navbera Iraq û Tirkiyê de bê rakirin.

Balyozê Iraqê li Enqerê Hesen Cenabî da xuyakirin ku di meha bê de civîneke giring di navbera Iraq û Tirkiyê de tê sazkirin û biryar li ser çalakkirina rêkeftina 2009ê tê dan ku taybet e bi hatinûçûna geştiyaran bê vîza. 

Ajansa fermî ya Tirkiyê da xuyakirin ku di meha Çile de vîze di navbera Tirkiye û Iraqê de tê rakirin.

Hesen Cenabî li ser hejmara xwe ya Facebookê belav kiriye, “Yek ji mijarên sereke yên serdana şanda Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî bo Enqere rêkeftin bû li ser vegera bo rêkeftina sala 2009ê ya taybet bi rakirina vîzeyan ku ji ber metirsiyên ewlekariyê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû ragirtin. 

Her li gorî daxuyaniya Hesen Cenabî di meha bê de civîneke yekalîker di navbera şandên Iraq û Tirkiyê de tê sazkirin û biryarê li ser vegera bo  rêkeftina 2009ê didin.

Back to top button