PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandekî parêzgehên Iraqê kir

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê kir û rexsandina derfeta zêdetirê kar ji bo kerta taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî da ku bikarê bi awayeke berfirehtir û çalaktir beşdariyê li pêşxistin û proseya avadankirina welat ya li hemû waran da bike.

Êvariya îro şemî 19.12.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya li şandekî lîjneya hemahengiya parêzger û parêzgehên Iraqê kir ku li birêzan parêzgerên Bexda, Wast û Dîwaniye û hejmarek ji berpirsên kargêriyên wan parêzgehan pêkhatibû û ji bo beşdariya li workşopekî Ajansa Amerîkî ya ji bo Pêşxistina Navdewletî USAID li Hewlêr, serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Li hevdîtinê de rewşa xizmetguzarî û kar û projeyên li parêzgehên Iraqê û hevkarî û hemahengiya di navbera parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê li rêya lîjneya hemahengiya parêzgeran û parêzgehên Iraqê ve nirxandin û tîşk xistin li ser wan kêşe û giriftên li rûyê kargêrî û darayî ve têne ber encamdana kar û projeyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda mîhvan hevre bûn ku parêzgeh, pêwîstiya wan bi parvekirina zêdetirê desthilatê û pêdana derfetên zêdetire bi kerta taybetî yên biyanî û navxweyî heta bikarin li hemû warên xizmetguzarî û kar û projeyan da li Iraq û Herêma Kurdistanê kar bikin û ji bo vê mebestê divê li rûyê yasayî û kargêrî ve piştevanî û hêsankariya zêdetir bê kirin û bêne handan, her wiha şanda mîhvan sersamiya xwe bi ezmûna kerta taybet ya li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwestin sûd jê bibînin.

Back to top button