Dosya

Navbera Emerika û Tirkiye de bazara “kurda“ heye

Helwesta Tirkiye ya di navbera Emerika û Rusyayi de hêdî hêdî zelal dibe. Dixweyê dê helwesta Tirkiye piştî hilbijartinên 31ê Adarê zelatir bibe. Ji ber ku hêdî Tirkiye mecbure biryarekî dawî bide.

Ev rewşa Tirkiye di rojane medya Ewropî de tê nirxandin û li ser vê rewşa du alî nirxandin têne kirin. Rojanama Britanî The Times, nirxandinek ya xwe de dibêje: Kirîna fûzeyên S-400 ji Rusyayê ewlehiya NATO yê têxe xeterê de. Ev yek welatên Rojavajê dike du beş. rojname bangî Erdogan dike,û dibêje vê mijarê cardin berçav re derbas bike.

Li gora The Times, Tirkiye pireke di nava Ewropa û Asyayê de,eve demek dirêje li gel Ewropa û Rojava di nava tifaqekî de ye.lê veca dixweyê Tirkiye ji hevalbendiya Rojava dûr dikeve. Ji aliyek din ve, li himber hemû îkazên Emerika û Ewropayê dixweyê dê Tirkiye Sistema S-400ê ji Rusyayê bikire.

Rojname dibêje ku, Putin hewldide yekitiya di nava NATOyê de têkbide.Lê dê dawiyê de gelê Tirkiye winda bike û zerera mezin bibîne.

The Times dibêje: Meyla Erdogan ya li himber Kremlin ji derve eceb tê dîtin. Tirkiye di dîrokê de gelek bi dikat nêzikî Rusya bûye , sedemên vê yên di cih de hene. Nêzikbûne Tirkiye ya Emerika û Rojava ji dema Stalin de ku li himber axa Tirkiye rusya nava êrîşekî de bû.destpêkir. Ev dîrok kevne heta sala 1946ê diçe.Tirkiye sala 1952 bû endamê NATO. Roja Tirkiye bûyî endamê NATO cara yekem sala 1974ê ji bo pirsa Qibrisê hejandinek bû pêwendiyên Emerika û Tirkiye demekî aloz bûn, ji bilî vê tu krîzek berbiçav navbera Emerika û Tirkiye de çênebûne,  kriza îro di pêwendiyên Amerika û Tirkiyeyê de ya herî mezine.

Rojanme dide xûyakirin ku, nêzikbûna Tirkiye ya Rusya ihtimale ku ji bo pirsa kurd li Suriye be jî. Yanî eger Erdogan ji dev kirîna Sistema S-400ê berdê , dê Emerika arikariya kurdên Suriye neke û dev ji wan berde.Rusya ji bo nabera Emerika û Tirkiye baş nebê qerta Idlibê bi kar tine.

Back to top button