Hevpeyvîn

Xeta îdeolojîk li gor berjewendîyên hîzbî   tevdigere û xeta netewî  dorpêç kirîye

Cano Amedî di bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Ji serokên wan bigirin heta çîyayê Qendîlê çendî çaran talîmat belav kirin û gotin: “Hûn çi dikin bikin bila netewperwerî û fikra Barzanî li Sûrî bi ser nekeve!”

Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xûya dike. Kurd jî ne yekalîne. Bi dîtina we çi pêwiste bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?

Cano AMEDÎ: Gotinek pêşîya dibêje: “Hespê felekê ji sed salî carekê tê ber derî!”

Pirsên we gelek watedar û di cîh de ne. Bersîva wan jî di naveroka wan de veşartîye.  Em kî ne, çi dixwazin? Armancên me yên nêzîk û dûrtirîn çine, bername û daxwazên me yên stratejîk li ser kîjan pîvan û bingehê dimeşe? Cudaya navbera berjewendîyên netewî û hîzbî çi ne û îro bandora kîjan alî desthilatdar e? Yekalîya mala Kurdî an jî îtifaq û yekîtî li ser kîjan bername û prensîpan wê pêk bê? Dive bersîva van pirsan em zelal bikin.

Dîroka gelê Kurdistan dide xuyakirin ku çendîn car derfetên zêrîn derketine holê, lê mixabin ji ber sedemên bê rêxistinbûnê û bê asobûna avakirina dewleta kurdistanê, ew derfet û fersendên zêrîn têkçûne.

Em dikarin ji serhildanên salên 1900 an vir de, heta dema em dijîn bêjin ku pirsgirêk û problemên nav mala Kurdî çareser nebûne. Li seranserê Kurdistanê her tim du rêgeh, du xet,  du çavkanîyên têkoşînê beramberî hev tevgerîyane: Rêgeha yekem  rêgehek çêkir û  avakir e. Ev rêgeh her tim xeta netewî şopandîye û xwedî dîrokek dûr û dirêj e.  Rêgeha duyem , rêgehek  xirabkirin û xulamtîyê ye. Encama kar û barên wan her tim bê hêvîtî û têkçûne.

Rîya yekem, bi hişmendîyek netewî, bi bîrdozîya avakirina dewleta kurdistanê tevdigerin.
Rîya duyem, bi mêjîyê Baasîyan û Îttîhat Terakkîyan tevdigerin. Dîrok nîşan dide ku hêzên hebûna xwe li ser nakokî û dijîtîya  xeta netewî ava kirine, di hemû deman de, rê li ber yekrêzîya nav mala Kurdî girtine.  Di demên germaya şoreşê de, gavên sîyasî, dîplomasî û hêz û daxwazên civatê ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîne. Di demên berbanga pêşketin û serketinan de xençera bi jahr li tevgera netewî xistine û îro jî nevî û hevalbêndên wan dîsa li ser kevneşopîya xwefiroşîyê di  nav hewldanên gemarî de ne. Ez naxwazim mijarê dirêj bikim, lê kesên bixwazin, dikarin lêkolînek li ser dîroka nêzîk bikin. Dîroka şêst salên dawî li ber çawan e!

Di van salên dawî de, min çendî car li ser derfetên derketine holê dîtinên xwe nivîsîye. Em baş dizanin ku ev derfetên zêrîn zûbizû bi dest nakevin. Gava pêşeng û partîyên Kurdistanê, rêxistin û rewşenbîrên  Kurd, weke tevgerek netewî nikaribin tevbigerin, helwest bigirin, “hespa felekê” li benda wan û biryarên wan nasekine!

Belê li hemberî derfet û îmkanên nû, weke we jî pirsîye,  li seranserê Kurdistanê Kurd ne yekalîne. Herkes dikare li gor şibaka berjewendîyên xwe sedeman bide pêş. Lê li gor bawerîya min, sedemên herî li pêş, tunebûna stratejîyek netewî ye.

Xeta îdeolojîk li gor berjewendîyên hîzbî   tevdigere û xeta netewî  dorpêç kirîye. Bi hemû îmkanên xwe şerê dêrûnî û reşkirinê didomînin û dixwazin xeta netewî di gerînoka sîyasetê de  bifetisînin. Ev helwestên hanê rê li ber  xebatên hevkarî û îtîfaqan digire.

Piştî êrîş û şerê DAİŞê, li başûrê Kurdistanê, tifaqa xwefiroşan bi bertek û astengên mezin, xwestin rê li ber referandûma serxwebûna Kurdistanê bigirin. Kî bi kê re çi tifaq kir em hemû dizanin.  Lewra ew xêrnexwazên hanê îro li “bin xetê”  dîsa lîstoka wundakirinê dileyizin. Ev rewşa hanê xeterek mezin derdixe holê. Lewra  ev derfetên dîrokî, gava ji dest herin, tu hêz, tu partî bi ser nakeve. Ji ber vê yekê cıvata Kurd, rewşenbîr û raya giştî divê ji bo berjewendîyên netewî bandora xwe nîşan bidin. Divê rê li xewnên xapînok bigirin û armancên netewî derxin pêş.

Mixabin ji bo  bicîhkirina armancên netewî, bidestxistina derfetên dîrokî, pêwîstîya me bi stratejîyek netewî û yekalîya xeta netewî  heye.  Ew derdorên xwe li ser bingeha netewî nîşan didin, divê berîya her tiştî di nav mala kurdî de, bi hevkarîyek mezin, bingeha yekrêzî û yekhelwestîyek gelê Kurd avabikin. Di hemû qadên sîyasetê de, di hemû warên dîplamasî û leşkerî de enîya mala Kurdî avakirin erkek netewî ye. Ji ber van sedeman, bazar û tifaq divê ne li ser berjewendîyên kesayet û rêxistinan be. Hemû hewldan û armancên me, divê ji bo destkeftîyên netewî bin. Bingeha serkeftin û serfirazîyê jî  girêdayî hevkarîyek netewî ye!

Ji bo ev derfetên dîrokî ji dest neçin, çi pêwîst e bê kirin? Berîya her tiştî li Başûrê Rojevayê Kurdistanê hêzên hene, divê li ser statuyek erdnîgarî û sîyasî li hev bikin. Li gor bawerîya min di şertên îroyin  de, model û mînaka herî rast û baş statuya başûrê Kurdistanê ye. Aktorên hene, divê vê rastîyê bibînin û ji xwe re weke mînak bigirin, dikarin di demek nêzîk de bigihîjin armancên xwe yên nêzîk!

Rojevakurd: vekişandina hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?

Cano AMEDÎ: Emerîka li gor berjewendîyên xwe tevdigere. Dostanî û şirîkatîya Emerîka girêdayî berjewendîyê Emerîka ye. Problem, Kurd li ser kîjan prensîp û berjewendîyan tevdigerin? Berjewendîyên netewî an yên hîzbî divê ev pirs bê çareser kirin.

Emerîka, êdî  li heremê bi cîh bûye. Sîyaseta Emrika ya rojane, li gor têkilî û peywendîyê heremê carcara dikare bê guhertin. Lê weke stratejîk Emerika  li rojhelat, li Erebîstanê li Asya Nêzîk  xwedî erk e.

Cîrantî û hevalbendîya emerika divê li ser berjewendîyên netewî  bê meşandin. Têkilî û tifaq jî divê ji pêwîstîya rojane derkeve û weke stratejîyekê bê pesandin. Çîrokên “Ev taktîk e heval(!)” tu feydeyek nade me. Divê Kurd berê xwe bidin rojava û dîplomasîyek nûjen bidomînin.

têkilîyên bi dagîrkeran re, zirar û zîyanek mezin dide tevgera Kurd. Divê Hêzên sîyasî  di hemû warên şoreşê de alternatîfek netewî ava bikin. Xwe û sîyaseta xwe di navbera reş û sipî de ne fetisînin. Pêvendî û têkilîyên xwe bi hêzên ku li heremê desthilatdar in bidomînin û “hêkên xwe nexin sêlikek tenê”.

Di qada dîplamasî, leşkerî û sîyasetê de tevgera Kurd mecbûr e ku xebatên hevkar bimeşîne. Ev bar û berpirsîyara herî mezin, dikeve hustuyê hêzên girsayî û desthilatdar.

Rojevakurd: ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî  îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?

Cano AMEDÎ: Em hemû dizanin îro li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, du aktorên sîyasî  xwedî erk û biryarin. Ev her du aktor, her yek temsîlîyeta xeta xwe dike. Ev aktorên hanê  PYD û ENKS ne.

Lê belê nakokîyên navbera wan, rê li ber hevkarîyek netewî girtîye. Ji destpêka şerê Surî heta niha, çendîn car hewldan û têkilîyên çê bûne tu encamek erenî nedaye. Peyman û protokola Hewlêr û Dihokê ji alîyê kê ve hat binpêkirin em hemû dizanin. Îro jî şertên wan protokolan bicîh bînin, ez bawer im wê nakokîyên navbera xwe kêm bikin û hêvîyekî bidin gelê Kurd!

Piştî şerê Sûrî, PYD-TEVDEM bi nîzamê (rejîmê) re ket têkilîyan û peyvendîyên xwe bi nîzamê re teqez kir. Nîzam di tengasî û germaya şer de deverên nikaribû biparêze hêzên xwe li wir bi cîh kir. Heremên Kurd lê dijîn, ernegarîya Başûrê Rojava Kurdistanê spart  PYD ê. Ev îtîfaq û pêwendî, bi şert û mercên  Kurdên netewper, li heremê nebin hêz li hev kirin.

Ji serokên wan bigirin heta çîyayê Qendîlê çendî çaran talîmat belav kirin û gotin: “Hûn çi dikin bikin bila netewperwerî û fikra Barzanî li Sûrî bi ser nekeve!” PYD li gor wan talîmatan tevgerîya û endamên partîyên Kurdistanî girtin avêtin zîndanan, dest dan ser mal û mulkên wan û wan mecbûr kirin bibin koçber. Bi wî awayî daxwaz û serverîya rejîmê bicîh anîn.

Partîyên ku ENKS avakirin, piştî şerê Sûrî bi oposîyonê re îtifaq kirin. Wan hêvî dikir ku di demek nêzîk de, wê nîzam têkbiçe! Lê, weke gelek welat û hêzên xwedî desthilatdar ENKS jî kûraya wêneya şerê Sûrî nedît û texmîn nekir.

Der dorên ENKS di destpêka şerê Sûrî de, ji ber ku hêzên xwe yên çekdarî avanekirin û di qada şer de cîh negirtin. Bi hezaran xortên Kurd berê xwe dan welatên Ewropa. Di qada leşkerî de, alternatîfek netewî ava nebû. PYD bi mêjîyê PKK ê û li ser daxwazên nîzamê xeta netewî lawaz kir.

Gelê kurd ji  ENKS  û TEVDEM daxwaza berjewendîyên netewî dike. Daxwaza statuyek sîyasî û erdnîgarî dike. Gelê Kurd daxwaza mafê dewletbûn û desthilatdarîya xwe dike. Ger ENKS û Tevdem li ser berjewendîyên netewî, li ser  bername û daxwazên Kurdistanî li hevbikin, rêz li rêkeftina Dihok û Hewlerê bigirin; goh bidin şîret û dîtinên birêz serok Mesûd Barzanî, ez bawerim wê di demek nêzîk de bigihîjin armancên dîrokî!

Rojevakurd: Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çewe sudê ji vê rewşê bigrin?

Cano AMEDÎ: Em bixwazin an nexwazin, şerê îro li Sûrî didome, şerekî navdewletî ye. Bi dehan aktorên sereke, li Sûrî di nav germaya şerde ne.

Berjewendîyê dewletan, li ser  şerê wekalet û dîplamasî tê meşandin. Nakokî û berjewendîyên dewletan, rojane tê guhertin. Xebatên vekirî û dizî, her diçe agirê bazara şer geş dike.

Ger Kurd, bi şêweyek Kurdewarî tevnegerin û bandora hêzên navnetewî rast şîrove nekin, bi rastî jî pêvajoyek xirab li benda me ye.

Aktorên sereke, divê yekalîya nav mala kurdî saz bikin û bi hemû  dewletên li Surî desthilatdar in di nav têkilîyên sîyasî de bin. Li ser bingeha berjewendîyên netewî  xebatên  sîyasî , dîplamatîk û leşkerî bidomînin.

Ew partîyên bi ajanda dagîrkeran tevdigerin, divê destên xwe ji “bin xetê” bikşînin.

Ji bo ev derfetên zêrîn ji dest neçe û em sed sal dîsa li benda “hespê felekê” nesekinin, pêwîst e em berçavkên berjewendîyên rêxistinî û kesayetî bidin alîyekî. Li ser pîvan û hûqûqa netewî berjewendîyên gelê Kurdîstanê biparêzin; bi xebatên hevkar û îtîfaqên rasteqîn, bingeha statuyek sîyasî ava bikin.

Cano Amedi

05-03-2019 AMED

Ji xebatkar û kedkarên malpera www.rorevakurd.com re spas dikim.

Back to top button