Civak
Nasnama kujerê Serdeşt Osman eşkere bû
Komîteya lêkolînana keysa terorkirina Serdeşt Osman, nasnameya kujer (qatil) eşkere kir…
Li gora beyannameyeka komîteya lêkolînê, kujerê Serdeşt Osman, Hîşam Mehmûd Ismail e, ew bi esil kurd e û xelkê bajarê Mûsilê ye û temenê wî jî 28 sal e û endamê grupa Ensar Elislam e.
Kujer Hîşam Mehmûd Ismail li ser daxwaza berpirsên xwe xwendekar Serdeşt Osman li bajarê Mûsilê kuştîye.
Li gora rapora komîteya lêkolînê, sedemê kuştina Serdeşt Osman ew bûye ku, Serdeşt Osman sozdabû grûpa Ensar Elislam, ku hinek karan ji bo wan bike, belê wî kar ji bo wan nekiriye.