Abdurrahman Kurt pêşniyara agirbestê kir
Parlamenterê Amedê Abdurrahman Kurt pêşniyara agirbestê kir û daxwaz ji PKK kir ku derkevin dervayê sînor.
Berêya dawîbûna Agirbesta yekaliyê PKKê herkes benda pêvajoyekî nû bû lê ji aliyê Parlamentarê AKP yê Abdurrahman Kurt ve pêşniyarekî balkêş hat.
Kurt ji bo berdewamiya agirbestê pêşniyarek kir û got : Divê hêzên PKK derkevin dervayê sînorên Tirkiye. Pêvajoya 20ê Îlonê pêvajoyekî bê wateye. Ger daxwaza wan ya ji bo aştiyê civatî bibe , divê hêzên çekdariyên xwe derxin dervayê sînor û di dema derketinê de jî pêwîste ku pêvçûnek dernekeve.
Dema Ocalan hate girtin 6 sal çalakiyekî nehatiyê kirin û ber bi demokratîkbûnê ve jî gavan baş hatiye avêtin îro jî heman pêvajo heye.
Kurt balkişand ser referandumê û got : Zagona Bingehîn deriyek nûye û emê ji vê deriyê derbas bibin û kêmasiya xwe bibînin û biaxifin . Xebatên me yên li ser guhertina zagonan rehettir bûye. Mijara pergela vesayet jî di paş de maye.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkan em di rêyekî rehetê de ne , lê rê nû destpêkir divê piştgirî bête kirin ku pirsgirêkên welêt jî rehettir çareser bibe. Jixwe zagona bingehîn ya nû di rojeva me de bû înşallah digel hilbijartinên 2011 emê gûhertinên esasî jî bikin.