Daxuyaniya Komiteya Hevkarî di derbarê hilbijartinên Swedî de

Hevwelatiyên birêz!

Di roja 19-ê Îlonê de, li Swêdê hilbijartinên gistî hene. Gelek hevwelatiyên me jî di van
hilbijartinan de hem ji bo parlamentoyê û hem jî, ji bo îdareyên herêmî di lîsteyên cuda de namzed in.

Em wek Komîteya Hevkarî-Swêd girîngiyeke mezin didin hilbijartinên demokratîk, em hemû partiyên siyasî yên parlamentoya Swêd dostê miletê kurd dizanin û ji wan re serfîrazî dixwazin.

Besdariya hilbijartinan ji bo hevwelatiyên me erkek demokratîk û bicîhanîna berpirsiyariyeke girîng e. Gelê kurd ji bo bidesxistina mafê helbijartinên demokratîk, ji bo bidestxistina mafê bîr û raya azad gelek qurbanî daye. Ji bo xizmet û bicîhanîna berpirsiyariyên demokratîk zemîn ferq nake. Li kur dibe bila bibe, serkeftin û pêsveçûna demokrasiyê ji bo mirovayetiyê, nemaze ji bo me kurdan feydeyek mezin e.

Helbet tercîha demokratîk mafê her hevwelatiyek me ye. Hûn bi xwe, bi bîr û raya azad partî û namzedên xwe hildibjêrin. Hûn dengên xwe didine kîjan partiya siyasî, kîjan namzedî hûn biryar didin.

Komîteya Hevkarî-Swêd ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar besên Kurdistanê dike, ji hevwelatiyên me, ji hemû xusk û birayên kurd daxwaz dike ku ew di roja 19 ê Îlonê de herine ser sindoqên hilbijartinê û dengên xwe bidin, berpirsiyariya xwe ya demokratîk û kurdewarî bicîh bînin.

Bi hêviya ku hilbijartin di aramiyê de û serkeftî derbas bibin.

13.09.2010

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: