Cîhan

Projeya xeta petrolê Samsun-Ceyhan hate sekinandin

Li Rusyayê şirketa bi navê Transneft ku xwedî xetên petrolê tevahî Rusyayê ye daxuyakir ku hevdîtinên li ser xeta petrolê Samsun – Ceyhan hate sekinandin.

Serokê Transneft Nîkolay Takorev ajansa nûçeya Reutersê re axifiye û balkişand li ser   xeta petrolê ya Samsûn û Ceyhan û got : Mesrafên xeta Samsun-Ceyhan pir zêdeyê û ji bo berjewendiyê me projeya Burgas- Alexsandropoli baştire.

Daxuyaniya Nîkolay Takorev di hemî rojname û ajansên Rusyayê de cihekî mezin girt.

Takorev ji bo projeya Burgas û Alexsandropoli wiha axifî : Bêguman projeya Burgas û Alaxsandropolî baştire ji bo me . Li ser vê projeyê gelek xebatên me jî hene.Xebatên fizîbilite jî qediya û emê dikarîbûn serê vê salê destpêbikin.

Li ser projeya Samsûn – Ceyhan gelek pirs hene ku nehatine bersivkirin û gelek bimesrefe.

Serokwzirê Rusyayê Vilademîr Putîn  li ser projeya Samsun- Ceyhan par sozek dabû serokwezirî Tirkiye Recep Tayîp Erdoganê re .

Dewleta Tirk gotinên Putîn esas digre û dibêje heta niha ji me ra  zanyariyek li ser daxuyaniyên Nîkolay Takorev nehate dayîn.

Back to top button