Civak

Nanên erê tên firotin

Li Rihayê firinek firotina nanê ku dipêje hesanî kiriye. Xwediyê firinê Zulfîkar Kara,di meha remezanê de nanên mezin çêdike û li ser nanên xwe bi kunciya Erê û Na dinivîsîne. Zulfîkar Kara dibêje ku piranî ji bo fitarên girsehî xelk daxwaza van nana dikin.

 Di vê derbarê de Zulfîkar Kara dibêje: “ Ez nanê xwe difroşim, tu pêwendiya min li gel siyasetê tuneye.Lê li gora firotina nanên ku ez çêdikim, ez dizanim dê li Rihayê encama referandumê çewebe. Li gora nanên ku tên firotin ji 3/2 dengên Rihayê Erê ne.“

Gelek kes mereq dike ku di nav xire cira referandumê de ku bi sedan lêpirsîn têne kirin û rojana encamên cur bi cur têne belavkirin,ka gelo wê sistema xwediyê firinê yê ji Rihayê çi encamê bide.

Back to top button