Erê Tirkiye parçe dike
Serokê CHP-ê yê berê Denîz Baykal îdiayek mezin avêt hole. Baykal dibêje ku; eger di referandumê de Na derkevê wê hukumet here, eger erê derkevê, wê Tirkiye parçe bibe.
Baykal li gel serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo tevlî propaganda referandumê bibe çû bajarê xwe Antalya. Baykal di serdana xwe ya Antalya de bersiva hinek pirsên rojnemevana dan. Baykal di bersivekî ya xwe de got: “ Eger erê derkevê, dê Tirkiye bi awayek kûr bibe parçe. Ji ber nivê insana vê destûrê naxwazin. Ev dê bibe cara yekem ku insan wê bi destûrekî bêne îdarekirin ku wê ji binî naxwazin. Lê di referandumê de na derkeve hukumet ji îktidarê dûr dikeve.“
Baykal bi planekî ya kevne hevalên xwe, ji serokatiya CHP-ê hatibû dûrxistin. Vîdeok ya Baykal û jinek parlementerê CHP-ê hati bû belavkirin. Di vîdîoyê de Baykal û parlementera CHP-ê, gelek caran malekî de hevditîtan û pêwendiyek wan ya cinsî hebû.
Dixweyê piştî Baykal ji serokatiya CHP-ê dûr ketî gelek fikiriye ku bigihê tesbîtek bi vî awayî bike.