NY dê Neynewayê bike du parêzgehên kurd û ereban
Piştî derbasbûna 40 salan di ser cudabûna parêzgeha Dihokê ji wîlateya Mûsilê, careke din bîrokeya dabeşkirina parêzgeha Neynewayê bi ser du parêzgehên kurd û ereban de hatiye meydanê. Neteweyên Yekbûyî ev pêşniyaz pêşkêşî aliyê ereb û kurdan kiriye û kurd, kirîstiyan û şebekan ew pêşniyaz pê qebûl e.
Sala 1920’ê hejmara akinciyên wîlayeta Mûsilê 350 hezar û 378 kes bû ku ji%69’ê akinciyên wê jî kurd bûn. Hejmara akinciyên wê parêzgehê niha 3 mîlyon derbas kiriye û li gor amarên fermî ji%55’ê wê hejmarê ereb in, %37 kurd in û %5 jî tirkmen û aşûrî ne. Ew parêzgeh ji 9 qezayan pêk tê. Di sala 2005’ê de kurdan ji 41 kursiyên civata parêzgehê, 34 kursî bidest xistin. Di hilbjartinên dawîn ên civatên parêzgehan de li wî bajarî kurdan di bin navê Lîsteya Biratiya Neynewayê de 13 kursî bi dest xisitin. Di demekê de ku Lîsteya Hedbayê ku Esîl Nûcêfî serokatiya wê dike, 19 kursî bi dest xistin û digel Partiya Îslamî a Iraqê ku ew jî xwediya 3 kursiyan e, postên sereke di navbera xwe de dabeş kirin. Vê helwesta Lîsteya Hedbayê wiha kir ku kurd civata parêzgehê boykut bikin.
Di dema du salên bihûrî de parêzgeha Neynewayê bûye wêstgeha terorîstan û piştî boykutkirina civata parêzgehê ji aliyê kurdan ve, Lîsteya Hedbayê jî nekarî îdareya wê parêzgehê bi başî bi rê ve bibe û rewş aloztir bûye.
Ji bo çareserkirina arîşeya navbera Lîsteya Biratiya Neynewayê û Lîsteya Hedbayê, Neteweyên Yekbûyî pêşniyazeke nû pêşêşî aliyên iraqî kiriye ku tê pêşniyazkirin parêzgeha Neynewayê bibe du parêzgehên kurd û ereban.
Endama civata parêzgeha Neynewayê a ser bi Lîsteya Biratiya Neynewayê Leyla Rêkanî diyar kir ku eger Lîsteya Hedbayê li ser helwesta xwe berdewam be, kurd dê hewla avakirina parêzgeheke taybet bi xwe bidin û got:” Ji ber ku kurd li wê parêzgeha nûnertiya zêdetirî mîlyonek hemwelatiyan dike.”
Cografiya Neynewaya Nû
Pisporê cografiyayê Prof. Dr. Xelî Îsmaîl anî ziman ku karekî zehmet e Neynewa bibe du parêzgeh û dibe ku kurd di wê pêngavê de zirarmend bibe. Îsmaîl wê yekê bi mînak tîne ku di sala 1969’ê de wîlayeta Mûsilê hebû. Wê demê ji bo nêzîkbûna gotûbêjên kurd û ereban, biryara avakirina parêzgeha Dihokê hate dayîn. her yek ji navçeyên Zaxo û Amêdiyê ji wîlayeta Mûsilê hatin cudakirin û paşê rejîma Beasê dest bi asîmîlasyona Neynewayê kir. “Ji ber ku di destpêkê de zêdetirîn rêjeya akinciyên wîlayeta Mûsilê kurd bûn (ji%69). Lê belê eger kurd careke din dîroka sala 1969’ê dubare bike, kurd dê dubare zirarmend bibe.”
Di heman demê de mamostayê zanistên siyasî yê zanîngeha Selahedînê Zûbeyr Resûl da zanîn ku di berjewendiya kurdan de ye eger Neynewa bi ser du parêzgehên kurd û ereban de bê dabeşkirin. Resûl wiha dibîne ku ew dabeşkirin, dê navçeyên vegerîne ku kurd dixwazin. “Wê demê ew pêngan dê bi berjewendiya kurdan temam bibe. Ji ber ku hêviya bicîhanîna madeya 140’ê kêm e.”
Kirîstiyan dê di Neynewaya Kurdan de bin
Nêzî 300 hezar kirîstiyan li navçeyên Şêxan, Hemdaniye, Qereqûş, Tilkîf û navenda qezaya Mûsilê de dijîn. Kirîstiyan di du kongireyên xwe de ku li Herêma Kurdistanê saz kirin, daxwaza otonomiyê kirin û dixwazin di bin îdareya Herêma Kurdistanê de otonomî ji wan re bê dayîn.
Kesayetiyê navdar ê kirîstiyanên Neynewayê Serkîs Axacan bi zelalî anî ziman ku ew ê otonomiya deşta Neynewayê bixin warê bicîhanîn. Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Beyt El Nehreynê Bomyo Hekarî jî got: “Di destûra herêmê de mafê me yê wê yekê hatiye çespandin ku kirîstiyan otonomiyê werbigirin û sînorê otonomiya wan jî deşta Neynewayê ye.”
Hekarî diyar kir ku ew dixwazin di bin îdareya Herêma Kurdistanê de otonomiyê wer bigirin.
Şebek piştevaniya Neynewaya Kurdan dikin
Şebeş beşek in ji pêkhateya neteweya kurd û hejmara wan li parêzgeha Neynewayê 350 hezar kes e. Ew li bakurê Mûsilê nîştecî in. kesayetiyê navdar û şebek û şarezayê dîroka şebekan Cafer Rerîq dibêje eger Neynewa bi ser du parêzgehên kurd û ereban de bê dabeşkirin, ew ê Neynewaya kurdan hilbijêrin û piştevaniya helwesta serkirdayetiya siyasî a Kurdistanê bikin.
Warvin