Malbata Elherîrî êdî rêjîma sûrî tewanbar nabîne!!
Di hevpeyvîneke xwe de bi rojnama Eşerq Elewset re, Seèd Elherîrî serok wezîrê Lubnanê û kurê Refîq Elherîrî yê ko di sala 2005 an de hatibû kuştin û rêjîma sûrî bi kuştina wî hatibû gunehbarkirin, gotibû ko ji nuha û pê ve ez êdî Sûrya bi kuştina bavê xwe tewanbar nakim, û got: ”Me li deverekê xeletî kirin, û me Sûrya twanbar kir, ev tewanbarî siyasî bû û nuha ev tewanbariya siyasî bi dawî hat”.
Hêjayî gotinê ye ko di pey kuştina Refîq Elherîrî di 14/2/2005 an de, hêzên leşkerî yên sûrî neçar man û ji Lubnanê di nîsana 2005 an de derketin, piştî nêzîkî 30 salî ji dagîrkirina Lubnanê..
Ev gotinên Seèd Elherîrî ji çavdêrên siyasî re ne pir xerîb bûn, ji ber ko ji salekê û vir ve û paş hilbijartinan û wergirtina postê serok wezîr, bi alîkariya Sûdiyê û Sûrya, têkiliyên Seèd Elherîrî û Sûrya xweş bûne..
Lê ji alîkî dî ve,tê ragihandin ko dadgeha navnetewî ya ji bo Refîq Elherîrî hatî damezrandin, wê berê tewanbariyê, di şûna Sûrya de, ber bi Huzbullah ve bide, û ev tê wê yekê ko bazarek di vê mijarê de li dar e..
Weke ko tê zanîn Elherîrî dostê Sûdiyê ye, û di van mercên herêmî û navnetewî û vekişandina hêzên emrîkî ji Iraqê û pirsa çekên atomî yê Îranê û uûçeyên amadekariyên Îsrayîl û Emrîka ji bo şerekî bi Îranê re, Siûdiyê dixwze ko Sûrya hinekî ji hêza xwe li Lubnanê vegerîne û bandora wê li wir baştir bibe, li ser hisabê qelskirina bandora Îranê ko di riya Huzbullah de xwedî gotineke xurt e hem li Lubnanê û hem jî li herêmê..Loma tê gomankirin ko berê tewanbariyê bi alîkariya hêzên navnetewî ber bi Huzbullah ve here..Ev dikare gavên destpêkê bin ji bo qelskirina Huzbullah û Îranê li Lubnan û herweha li herêmê jî..
Gelo ta çi radeyê Sûrya dikare têkeve nav vê sînaryoyê û dev ji hevkariya xwe ya xurt bi Huzbullah û Îranê re berde?
Bersiva vê pirsê girêdayî ye bi, ka gelo bi rastî rêjîma sûrî kujerê Refîq Elherîrî ye, û dadgeha navnetewî xwedî isbat e di vî warî de? Eger wa be naxwe bazar bi Sûrya re tê kirin li ser bingeha : ”hikmê malbata Esed beramberî serê Huzbullah, û herweha vegerandina bandora Sûrya li Lubnanê”..
Ji alîkî dî ve gotinên Seèd Elherîrî dikarin li ser bingeha ko êdî tu guhertin li herêmê nabin wekû ko di 2005an de xuya dikir, loma ya baş ew e ko têkiliyên xwe bi rêjîma sûrî re xweş bike..Yan jî weke ko me li jor gotî wê guhertinên girîng di nexşa hevkarî, têkilî û hevbendiyan de li herêmê çêbin..Bê goman ev guhertin wê di hundirê Lubnan de jî bandoreke pir girîng bikin û li wir jî şêweyê hevkariya hêzên siyasî wê bê guhertin..
Rojevakurd:Nûçe analîz.
K/H