Nameyeke vekirî ji rayadarên KCK`ê Re

Birêzên gelekî hêja yên serdarîya KCK ê

Hûn bo xwe ji baş dezanin Li Rojava Kurdistanê Rojên pir Hesas û dijwar derbas dibin û gelê me rastî Êrişên komên çekdar ên îslamî yên radîkal û nijadperest tê girtin û kujtin, Patîyên Rojhilat û Rojava Kurdistanê hêzên wan ya eskerî û bi rêk û pêk amade ne ligel hemû hêzên Kurdî, PYD jî di nav de kar bikin û welat biparêzin.

Lê Mixabin PYD nahêle hêzeke din ya kurdî derbasî rojavayê Kurdistanê bibe ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê û PYD dixwaze nîşan bide ku tenê ew heye, û tenê alîgirên wê hene Rojavayê diparêzin, xelkê Rojava di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim na ji bo PYD ê re, Ez dixwazim bibêjm eger hûn bi tenê herinê pêş hûnê wenda bikin.

Îro her Çarperçên Kurdistanê di wextêkî halo nazik de ku pêwîstî bi yekîtî, biratî  heye nehêlin yekrêzî ya gelê me bikeve xeterê .
Kurdistan Mal û milkên tu partî yan nîne Welatê Hemû gelê Kurde û her kesî dikare bi Azadî bijî.

Bjî Kurd û Kurdistan  ”  Bjî Yekitîya gelê Kurd

Xalid Amedî Endamê Rêveberîya Tevgera Şoreşgerên Araratê

5ê Tebaxê 2013 an

Nerîna min :