Polîtîk

Konferansa KURD belê, Konferansa KURDISTAN Nexêr…

Konferansa Kurd başe, lê konferansa Kurdistanê, Tirkiyê xeradike

Nivîskar Serpil Yilmaz bi serdêra (Konferansa Kurd başe, lê konferansa Kurdistanê, Tirkiyê xeradike) babetek nivîsiye û têda balê dikşîne li ser metirsiyên Tirkiyê yên li hember gotina KONFERANSA KURDISTAN.

Berdewamiya nivîsa xwe de Yilmaz dibêje: Gelek lêkolîner û pîsporên siyaseta Kurdan didin zanîn ku armanca PYD û PKK ewe ku ji Lazkiye hêleke nû ya deryayê ji Deryaya Spî veke û Nefta bakûrê Iraqê(BAŞÛRÊ KURDISTANÊ) bigihîne wir. Ji xwe şûna Konferansa Kurd gotina Konferansa Kurdistanê vê pêkhatina aborî jî destnîşan dike. Bi vê planê hêla neftiya Kurdî Dêrik – Efrîn ya li ser sînorê Suriyê wê bê vekirin, ji xwe hêla Kerkûk – Yumurtalik ya dûyem jî ku ber bi xelasbûnê ye, dixwazin Tirkiye ji derveyê vê hêlê bikin.

Eger hun bixwazin deruniya Konferansa Kurd bizanin nivîsa Beşikçi bixwînin

Her wiha nivîskar balê dikşîne li ser serdana civaknasê Tirk Ismail Beşikçi û dibêje: Eger hun bixwazin derûnî û psikolojiya Konferansa Kurd têbigihin û bizanin, ez pêşniyar dikim ku nivîsa geşta Erbilê 25.04.2013 ya Îsmaîl Beşikçi bixwînin.

 

Back to top button