Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî

 

Rêzdar min çavên xwe bi tekoşîn û berxwedana Barzaniyî mezin û hemî Barzaniyan vekir. Dema min li bakurê Kurdistanê dest bi siyiasetê kir, min rêbaza Barzanî destûr û bernameyên wan ji xwe re kir rehber û di sala 1975an weke endamê PDKT ketim nava siyasetê da ku rojekê ji bona azadiya gelê xwe bibim çirûskek agir da ku dijminê xwe bişewitînim, bibim findek da ku şevreşa gelo xwe ronî bikin.

Vê hêz û qaweta xwe ji şerê Barzaniyan ya li hember dagirkeran wergirt. Ji sala 1975an û heta niha bi saya wê rêbazê siyasetê dikim. Niha 64 salî me lê heta hebin, ev rêbaz, destûr, bername û berxwedana Barzaniyan dê tim bibe rehbera min, rê û rêbaza min.

Her tişt bi gotinê nabe û divê mirov li gor gotinên xwe çalak jî be. Heger gotin û kiryarên mirov hev negire karê bêne kirin jî wê ne rast û li gor wê rêbazê be.

Dema cenabê we di 16 saliya xwe de çeka ji bona azadiya kurdistanê hilgirt, li gor vê baweriyê, li ser rêbaza bavê xwe, heta roja îro we weke neferekî, weke pêşmêrgeyekî ev tekoşîn daye û didin.

Hedef û armanca we, berxwedan û tekoşîna we hemî ji bona Kurdistaneke azad serbixwe ye. Em kurd qerzdarê Barzaniyan e.

Ez û gelek kurd em baş dizanin ku heger ne ji Barzaniyan ba, hinan niha zûde kurdistan firotibana. Lê mala we ava be ku hûn henin. Wê bi destê we Kurdistana serbixwe bê rahigandinê. Ev rastiyeke û ev ê bibe û em hemî kurd li benda wê rojê ne.

Em baş dizanim ku şerê herî mezin û zor piştî azadiiyê ye. Ango avadana welêt e. Niha jî hûn wê dijîn. Di nava vê jiyanê de helbet dikare hin kêmanî ku hûn pê nehesin bibin. Ev tiştekî normal e.

Di avadana welatekî de rol û erkên rewşenbîran, nivîskaran, hunermend û hozanan gelek e. Ji ber vê jî divê xebatên wan bêne dîtin, baş bin bêne pesinandin û îmkan hebe divê ji wan re alîkarî bê dayîn da ku karê xwe baştir bikin.

Heger di avadana welatekî de nivîskar, rewşenbîr, hozan û hunermend bêne ji bîr kirin, an alîkariya wan neyê kirin, di virde ji bona avadana welatekî demokrat dikare hin serêşî peyde bibin. Ji bona ew serêşî û neheqî nebe, divê haya desthilatê bi rêya komîteyan ji hemî xebatên van kesana hebe da ku ew neêşin û tade li wan neyê.

Ez weke Bûbê Eser kurdekî bakurê kurdistanê me û li swêdê dijîm. Ji bona kareseta enfalê binivîsînim ez ji swêdê sala 2007an hatim welatê xwe ê azad, li devera Barzan û li bajarokê Bilê bi cih û war bûm. Min qederekê salekê karê xwe li wir heta ku ji min hat kir.

Di vegera xwe ya swêdê de min Şanoya enfala Barzaniyan ya bi navê ”Dîroka Rureş” weşand. Hin ji başûrê kurdistanê re jî şandin. LÊ mixabin tu deng derneket ev keda min nehat dîtin.

Lê ez weke yekî li ser xet û rêbaza Barzaniyê nemir, bê hêvî nebûm min her karê xwe domand û piştî xebata 7 salan min romana 8000 enfalê Barzaniyan li bakurê kurdistanê ji teref weşanxaneya Sîtavê da weşand. Min ev jî şand başûrê kurdistanê û xwediyê weşanxanê bi destê xwe ev da hin berpirsiyaran. Lê mixabin tu dengekek, spasiyek ji vê jî derneket.

Min her karê xwe domand û ew hevpeyvînin di sala 2007an de min li gel malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê jî weke pirtûk hazir kirî ye. Lê mixabin ji ber bê derfetî ew her di embara weşanxaneya Sîtavê de sekinî ye û tu îmkanên ku em bikaribin wê bidin weşandin bi me re nema.

Ji ber ku pirtûk 320 rupel in û nêzî 100 wêneyên enfalê bi reng têde heye. Bi vê pirtûkê jî min heta niha 3 pirtûk û broşirek li ser enfalê Barzaniyan weşand ango pişt ”Qêrîna Barzan” wê bibe 4 Berhemên min li ser enfala Barzaniyan. Lê ez ê li vir ranewestim, kar û xebatên xwe yên li ser Barzaniyan her berdewam bikim.

Rêzdar min karê xwe heta vir qedandiye û van berhemana êdî ne yên min ê Barzaniyan e. Heger vana bêne weşandin, bibe bi zimanê biyaniyan ev dikare tesîreke erênî li ewropiyan jî bike da ku ji nûde êdî enfal bala wan jî bikşîne.

Heta gelek komele û dezgehên însanî yên li ewropa dikarin li Bilê nexweşxane û hin dezgehan jî vekin. Min tenê xwest vî dengê xwe bighêjînim canabê we. Hêvîdarim hûn weke serokê Kurdistanê, kesayetiyekî di qada navneteweyî de xwedî gotin û soza xwene, tê nasîn.

Di nava kurdan de weke serokê kurdan têne pêşîwazîkirin. Heger îmkan û derfet hebe, dest bavêjin van berhema, wan li başûrê kurdistanê bidin weşandin. Wan bikin zimanê biyanî û li cîhanê belav bikin. Ev berhemana; Dîroka Rûreş (Şano), Barzan Digirî (Roman) û Qêrîna Barzan (hevpeyvîn) êdî yên Barzaniyan û gelê kurd e.

Ji cenabê we re temenî dirêj dixwazim. Bi hêviya ku wê kurdistana azad û serbixwe bi mizginiya we bê ragihandin. Em hemî kurd li gel û li benda wê rojê ne.

Silav û rêz

Bûbê Eser

Nerîna min :