Polîtîk

Helwesta HDPê ji bo Stanbulê ne kifşe

Berpirsê gruba HDPê di parlementoya Tirkiye de Saruhan oluç li parlementoyê civînek çapeniyê li darxist. Oluç da xûyakirin ku HDPê diderbarê hilbijartinên stanbulê de hêja biryara xwe nedaye, heta heftiyekî biryara xwe eşkere dike.

Oluç di derbarê helwesta HDPê di hilbijartina Stanbulê de got: Hinek prensibên HDPê hene di nav me de prensîbên gotubêjkirina demokratîk heye. Dezgehên di nava HDPê de dicivin û minaqeşê dikin û digihin biryarekî. Komiteya Revebira Partiyê civiyaye û gihaye encamekî, lê hêja Meclisa Partiyê heye divê ew jî li ser vê babetê bicivin, ewan jî civîn kirin û gihane biryarekî. Divê gruba parlementoyê li gel van dezgehan bicive.
Heta ev civîn û gotubêj hemû bêne kirin, dê berpirsek yê HDPê di vê derbarê de helwesta me eşkere bike.

Oluç dibêje ku hinek dibêjin “parlementerên kurd û yên tirk di nava HDPê de li hev nakin“ Tiştek welê tuneye, em hemû parlementerê HDPê ne.

Tê zanîn ku ji berî niha hevserokê HDPê Sezaî Temellî di derbarê hilbijartinên Stanbulê de gotibû ku; “ Helwesta me di 31ê Adarê de çibe, dê 23ê Hezîranê de jî heman helweste be.
Parlementerê HDPê Taşçier jî di hevpînek ya xwe de gotibû ku, “HDP vê carê dikare pişgiriya AKPê bike.
Lê Îmamoglu li vê daxûyaniya xwe xwedî derneketibû.
Lê dixweyê hêja HDP gotubêjê dike. Yan jî di nav Qendîl û Îmralî de bêçare maye.

Back to top button