Nivîsar

Nameyek vekirî ji bo PKK û aligirên wê

Alîgirên PKK behsa hevkariyên PKK dikin û vîdeoya serdana Serok Barzanî ya li Mexmur belav dikin û dibêjin wê demê Serok Barzanî daxwaza hevkariyê li PKK kiriye ku dijî Da’îş hevkariya Herêma Kurdistanê bikin. Ji bo wê yekê rewaye PKK her dest lêwerdanek li nava axa Herêma Kurdistanê bike.

Her wiha kesek bi navê Boltînî Kurdistanî, hinek tiştên qor li vî derbarî de mîn dîtin ku behsa jiyana birêz Serokê Herêmê dike ku li Îranê jiyaye. Ji bo xwe bi rewa dîbîne, ew bi xwe li Îranê bijî, lê belê hebuna PKK li Herêma Kurdistanê bi neşerî dizanê.

Ji bo wê yekê ku hemû hevbîrên wê cemaetê û kesên wekî Boltîn divê bizanin, dema Barzanî û xelk koçber bû, li sala 1975 ji ber şikesta şoreşa Eylulê rû li Îranê kirin û man. Lê belê li Îranê xwe nekiribûn kelega, heta îcazeya wan nebu ji bajarek biçin bajareke din û bi bêyê muhleta hêzên emniyên Îranê hatin û çûnê bikin. Her wiha eve jî bizanin, Barzaniyan hevkariya her beşek û şoreşekî Kurdan kiribe, ji bo her ciheke wekî Komara Kurdistanê li Mehabad beşdariyê kirin, weku xizmetkarê bi doza rewayê gelê Kurd bi erkê xwe zanîne،

Neku xwe bikin bi kelega û hesab ji bo xwediyê malê nekin. Her wekî çawa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hevkariya şervanan kirin li Kobanê dijî Da’îş, Kobanê û dewrubera wê ji Da’îşiyan paqij kirin.

Paşê jî Şervanan ku pêwîstiya wan bi hêzên Pêşmerge nema gotin vegerin. Bêyî wê yekê hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê hîç axaftinek bikin vegeriyan. Hêzê Pêşmerge bi Şervanan re negotin, bi hevkariya me Kobanê rizgar bûye, divê beşa me li Kobanê hebê û venagerîn.

Ji bo wê yekê ev kelegayiya PKK rewa nîne ku xwe li ser Hikumeta Kurdistanê bisepênê, ji bilî wê rewş nebaşe, bargiraniya pawankariya PKK jî hatiye ser wan hemû kêşeyan.

Ji bo wê yekê hêvîdarîn serkirdeyên PKK hizra vê rewşa hestiyar bikin, xwe ji zêdetir kirina bi kêşeyan bi dûr bigrin.

Abdulrehman Çarbotî

Back to top button