Cîhan

Amerîka dixwest mala Xameneyî bombebaran bike

Fermandeyê Hêzê Asmanî ya Artêşa Pasdaran dibêje: Amerîka plana lêdana cihê mayina rêberê Komarê Îslamiya Îranê daniye.

Emîr Elî Hacîzade Fermandeyê Hêzên Asmanî ya Artêşa Pasdaran li hevpeyvîneke li gel medyaya fermî ya Îranê dibêje: Piştî kuştina Qasimê Silêmanî û êrîşa mûşekî ya Îran ser binkeyên Amerîka li Iraqê, Donald Trump ragihand 52 armancên wan li Îranê li cihên wan yên kulturî ve jî hatine diyarkirin.

Hacîzade dibêje: Mebesta wan ya wê cihê kultûrî, mala Elî Xameneyî buye. her wiha dibêje li wê rojê da ku Trump gefê dikir civîneke giştî Elî Xameneyî li nivîsîngeha xwe ya taybetî bi awayeke zîndî li medyaya Îranê re belavkir.

Fermandeyê Hêzê Asmanî ya Artêşê Pasdaran her wiha dibêje: Eger Amerîka bersîva êrîşa mûşeka Îranê daba, 400 armancên Amerîkayê diyar kiribûn ku êrîşa wan cihan bikin.

Back to top button