Jineka Kurd madalya Holandî wergirt

Îsal li Holanda jineka Kurd li rêza wan kesan daye ku madalya Şahaneya Holandî werdigrin. Gulê Abdulrehman (Naskiriye bi Gulale Pîşderî) Îro 24ê nîsanê mizgîniya wergirtina madalyayê bi wê hatiye dayîn.

Gulale Pîşderî ragihandiye ku “Îro berî nîvro parêzgerê bajarê Amsterdamê bi telefonê peywendiyê pêve kiriye û pîrozbahiya wergirtina madalyayê lê kiriye”. Her çende biryarbû li rêwresmeke mezin li bajarê Amsterdamê madalya dabeşbikin, lê belê ji ber virusa Kovid-19 ji bo demeke din hatiye betalkirin.

Madalya Şahaneya Holandî didin wan kesên ku bandoreke ber bi çav li ser başkirina civaka Holandî de hebê.

Nerîna min :